ENQERE - Zavayê Bulent Arinç, Ekrem Yeter di çarçoveya lêpirsîna cemaetê de hat binçavkirin.
Zavayê Alîkarê Serokwezîr ê berê Bulent Arinç, Ekrem Yeter di çarçoveya lêpirsîna cemaeta Fetgullah Gulen de di serdegirtina mala xwe ya li Enqerê de hat binçavkirin. Yeter sewqî dozgeriyê hat kirin. Arinç têkildarî binçarvkirina zavayê xwe ji çapemeniyê re axivî û wiha got: “Pêvajoyek heye. Înşallah em ê di demek kurt de agahiyek bigirin. Em di wî alî de bi zavê xwe bawer in. Baweriya me ew e ku teqez tu têkiliya wî nîne. Em bi hezkirin li benda wî ne.”
Yeter ku li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Yildirim Beyazît peywîrdar bû, bi KHK’ya hejmara 673’an di 2’yê Îlona 2016’an de hatibû îxrackirin.