Bersûcek bûyera Aladagê hat tehliyekirin

EDENE - Li navçeya Aladagê li wargeha keçan a girêdayî cemata Suleymaniyan şewat derketibû û 11 jê xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 22 kes j3i birîndar bûbûn. Ji vê buyerê 7 bersûc ji ber ku bi qusir bûn dihatin darizandin. Bersûc Ramazan Dede hat tahliyekirin.

Li navçeya Aladaga Edeneyê di 29’ê mijdara 2016’an de li wargeha keçan a girêdayî cemaata Sulemaniyan şewat derketibû, jê 11 xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 22 kes jî birîndar bûbûn. Ji ber bi qisûr bûn 6 roj berê darizandina vê bûyerê destpê kir. Ji 7 bersûcên bûyerê, bersûc Ramazan Dede (70) hat tahliyekirin. Dede li ser serlêdana parêzerê xwe Mumtaz Hasan Şahîn hat tahliyekirin. Dadgeha Cezayê Giran a Kozan serlêdana parêzer Şahîn nirxand û Dede tahliye kir.

Parêzerê malbatên zarokan Omer Çelîk da zanîn ku ew ê li dijî vê biryara tahlikirinê îtiraz bikin.