ENQERE- Yek ji sepandinên demên darbeyan jî "derxistina jihemwelatîbûnê" ye û niha ev sepandin ji nû ve ketiye rojevê. Li gorî daneyên fermî, di 10 salên dawî de 17 hezar kes ji mafê xwe yê hemwelatîbûyînê bûn û 12 hezar sûriyeyî jî wek hevwelatî hatin qebûlkirin. Di 12'ê Îlonê de 14 hezar kes ji hemwelatîbûnê hatibûn derxistin.
Piştî ku hat îlankirin dê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyilidiz û Parlementera Wanê Tugba Hezer ku bi dengên sedhezaran hatin hilbijartin, ji hevwelatîbûnê bên derxistin, geşedanên di vê mijarê de careke din bûn cihê nîqaşan.
Rewşa derxistina ji hevwelatîbûnê, di her serdemê de li dijî muxalifan tê bikaranîn û her wiha ev rewş herî zêde di dema Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yan de xwe da der. Li gor daneyên fermî, di pêvajoya derbeyê de 14 hezar kes ji hemwelatîbûnê hatin derxistin. Îktîdara AKP'ê jî tim ev rewş rexne dikir û derxistina jihevelatîbûnê (1951) ya Nazim Hikmet xistibû rojevê.
‘ME HEVWELATÎBÛNA NAZIM HÎKMET DAYÊ'
Bi taybetî jî di pêvajoya hilbijartina Serokomartiyê ya 2014'an de, Erdogan ev rewş rexne kir û di mîtînga xwe ya 12'ê Tîrmeha 2014'an de têkildarî mijarê wiha gotibû: "Baş e, niha dipirsim; Kî Nazim Hikmet şand sirgûnê û kî bû sedem ku li wir bimire? CHP. Baş e, kî hemwelatîbûna Nazim Hikmet dîsa dayê? AK Partî."
EV FERASETA CHP'Ê YE!
Erdogan, di 15'ê Tîrmeha 2015'an de di Komcivîna AKP'ê de careke din ev mijar xistibû rojevê û wiha axivî: "Ev feraseta CHP'ê Nazim Hikmet îstismar kir û hişt ku li sirûgûnê bimire. Ya ku mafê hemwelatîbûnê îadeyî Nazim Hikmet kir, îktîdara AK Partiyê ye. Cudahiya di navbera me de ev e. Ma feraseta CHP'ê ya niha, tenê gotinek ji bo CHP'a ku Sabahattin Ali qetil kir gotiye? Li hemberî kesên ku hiştin ku Ahmet Kaya li xerîbiyê bimire xwe li nedîtiyê danîn, bi wan re mil bi mil dimeşin. Feraseta yekpartî ya CHP'a ku gelek pirtûk qedexe kirin û şewitandin qet rexne nakin. Lê wek marîfetekê be, êrîşî AK Partiya ku îtibara Nazim Hikmet îadeyî wî kir dikin."
PÊNGAVA DERXISTINA JI HEVWELATÎBÛNÊ YA MUXALIFAN
Lê belê, AKP'a ku bi îadekirina hevwelatîbûna Nazim Hikmet pesnê xwe dide, niha starta derxistina ji hemwelatîbûnê ya muxalifan daye. Serokomar Erdogan, di 5'ê Nîsana 2016'an de sinyala derxistina ji hemwelatîbûnê ya kesên ku wek "terorîst" wesifandin da. Erdogan di axaftina xwe ya bi boneya Roja Parêzeran de wiha gotibû: "Ji bo em alîgirên rêxistina terorî derî dewreyê bikin, derxistina ji hemwelatîbûnê jî di nav de em ê her cure tevdîran wergirin. Ev nikarin bibin hevwelatiyên me jî."
Li gel vê, îktîdarê niha dest bi amadekariyên ku penaberên sûriyeyî bike hevwelatî kiriye. Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya 3'yê Tîrmeha 2016'an de wiha gotibû: "Di nav xwişk û birayên me de, bawerim ku kesên dixwazin bibin hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê hene. Têkildarî mijarê wezareta me ya navxweyî hin gav avêtine. Wezareta me ji bo şopandina vê ofîsek çêkiriye û dê alîkariya wan bike û em ê derfetên hemwelatîbûyînê bidin wan."
DI 12'Ê ÎLONÊ DE 14 HEZAR, DI DEMA AKP'Ê DE 17 HEZAR
Li Tirkiyeyê derxistina ji hevwelatîbûyînê herî zêde di dema darbeyan û serobinobûyînên civakiyî de xwe dane der. Di dem darbeya 12'ê Îlona 1980'yî de 14 hezar muxalifên ku ji hemwelatîbûnê hatin derxistin, li bîlançoya darbeyê hatibûn zêdekirin. Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Muammer Guler di 13'ê Gulana 2013'an de daxuyanî dabû ku di navbera 2003-2013'an de 354 hezar û 16 kes ji hevwelatîbûyîna Komara Tirkiyeyê derketine û ragihandibû ku ji van kesan 8 hezar û 244 jê ji hemwelatîbûnê hatine derxistin û 327 hezar û 946 jê jî ji hevwelatîbûyînê derketine. Li gor agahiyên ku Guler ragihandin, di 10 salan de 17 hezar û 826 kes jê ji mafên xwe yên hevwelatîbûyînê bûne.
12 HEZAR SÛRIYEYÎ KIRIN HEVWELATÎ
Li gel vê, Gerînendeyê Giştî yê Karên Gelhe û Hemwelatîbûnê Ahmet Sarican ku di Komîsyona Mafên Penabaran a ku di 10'ê Gulana 2017'an de di bin banê Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê de hat avakirin de axivî û diyar kir ku di 10 salên dawî de wan 12 hezar Sûriyeyî kiriye hevwelatî. Sarican di axaftina xwe de ev dane parve kirin: "Heke em li kategoriya ewil binihêrin, di 10 salên dawî de me nêzî 12 hezar penaberên Sûriyeyî kirine hevwelatî. Ji vana 6 hezar û 250 jê ji ber girêdayî dê û bav in ev maf bi dest xistine. Nêzî 4 hezar û 500 jê jî ji ber bi welatiyên tirk re zewicîne ev maf bi dest xistine..."