Nexweşê KOAH'ê yê 66 salî: Her diçe rewşa min xerabtir dibe

EDENE - Nexweşê KOAH'ê Şemsettîn Kalkan ê 66 salî ku li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin, diyar kir ku şert û mercên girtîgehê nexweşîna wî dijwartir dikin. Kalkan, anî ziman ku nexweşxaneya zanîngehê rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" û Saziya Tiba Edlî jî rapora "dikare li girtîgehê bimîne" dane wî. Kalkan got ku her diçe rewşa wî xerabtir dibe.

Li girtîgehên Tirkiyeyê her roj binpêkirinên mafan zêde dibin. Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê Şemsettin Kalkan (66) ku nexweşê KOAH'ê ye, nameyek şand. Kalkan, diyar kir ku di sala 2013'an de bi îdiaya ku "xwekujê DHKP-C"yê ye hatiye girtin û her diçe li girtîgehê rewşa wî xerabtir dibe.

'NEXWEŞÎNEKE MIN A KU BAŞBÛNA WÊ TUNE YE HEYE'

Kalkan, anî ziman ku di şert û mercên girtîgehê de tedawiya nexweşîna kronîk a pişikê tune ye û wiha vegot: "Ev nexweşîneke wisa ye ku dema tedaviya wê bê kirin jî, baş nabe. Bi dermanan tê tedawîkirin, ew jî kêliyekê nexweş rihet dike. Piştî du sê mehan şûnde dubare bêhnçikandin û krîz dest pê dikin. Heke mirov hindik tevbigere, piştî demekê êdî tu nikarî xwe bileqînî jî. Tê me wê astê ku nikarim pêdiviyên xwe bi cih bînim."

'ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ NEXWEŞÎNA MIN DIJWARTIR DIKIN'

Kalkan, anî ziman ku li girtîgehê tim makîneya oksîjenê pê ve girêdayî ye û wiha got: "Ji bo ez rihet bibim, divê ez li qadeke vekirî û oksîjena wê pir bimînim. Qadên girtî, her cure bêhn nexweşîna min dijwartir dikin. Ji bilî nexweşîna min a KOAH'ê, di piziya min a çepê de jî bi qasî 10 santîman fitqoya piziyê heye. Ji ber vê yekê, rîska nexweşîna min heye û nayê emeliyatkirin. Ji ber ku temenê min jî 66 salî ye, anestezî jî talûke ye." Kalkan wiha domand: "Ji ber nexweşîna min a KOAH'ê Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Çûkûrovayê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' da. Lê belê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê jî, ev rapor esas negirt û rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da." Kalkan, got ku Saziya Tiba Edlî di 8'ê Nîsana 2016'an de biryar daye û her ku diçe nexweşîna wî xerabtir dibe.