'Ji bo astengkirina îstismara zarokan divê komên perwerdeker bên avakirin'

EDENE - Parêzer Mert Evrenkaya, diyar kir ku ji bo astengkirina îstismar û îhmalkariya zarokan divê ekîbeke ku ji bijîşk, hemşîre, pisporên xizmeta civakiyî û şêwirmendê derûnî pêk tên bê avakirin û wiha got: "Bi sererastkirinên zagonî re, divê Peymana Mafên Zarokan bi awayekî çalak bê sepandin."

Li Tirkiyeyê her roj nûçeyên îstismara zayendî derdikevin û her wiha bêcezatiya di darazê de jî van îstismaran rewa dike. Herî zêde zarok li saziyên perwerdehiyê tên îstismarkirin. Di 5 mehên ewil ên sala 2017'an de 177 zarok hatin îstismarkirin, 48 kiryar hatine girtin û her wiha 14 kiryar jê jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan. Di 5 mehên ewil ên vên salê de li Edeneyê 3 bûyer, li Antalyayê 12 û li Mêrsînê jî bûyereke îstismarê ket rojevê.

Ji endamên Komîsyona Zarokan a Baroya Edeneyê Parêzer Mert Evrenkaya, balê kişand ser bûyerên îstismarê yên li Edeneyê û wiha got: "Li Edeneyê di sala 2015'an de 276 bûyerên îstismara zayendî veguherîn dozê. Sala borî 528 bûyer qewimîn. Ev jî nîşan dide ku ka di îstismara zayendî de zêdebûneke çawa heye."

'DIVÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN'

Evrenkaya, diyar kir ku dema di hêla îstatîstîkî de lê bê nihêrîn, li cîhanê îstismar di navbera ji sedî 1 û ji sedî 10'an de ye, lê belê ev rêje li Tirkiyeyê di navbera ji sedî 10-50 de ye. Evrenkaya, got ku di paydariya bajaran de di sala 2016'an de Edene bi 528 bûyerên îstismarê di rêza sêyemîn de ye. Evrenkaya, anî ziman ku ji ber nezanbûna malbatan û kêmaniya tevdîran îstismar zêde dibin. Evrenkaya, got ku divê gel bên agahdarkirin. Evrenkaya, dest nîşan kir ku zarok tenê ne bi malbatê bi civakê re digihê. Evrenkaya, got ku nêrîna civakê di warê pêşveçûyîna zarok a tenduristiyî, zihnî û fizîkiyî de zaf girîng e.

Evrenkaya, dest nîşan kir ku divê berjewendiyên zarok di ser berjewendiyên kesên din re bên girtin.

Evrenkaya, dest nîşan kir ku di dadgehan de herî zêde ew di warê xwestina "delîlên fizîkî" de ditengijin û wiha got: "Ji ber ku bedena zarok zû xwe nû dike û ji ber ku dereng ji malbatê re tê gotin, nayê dîtin." Evrenkaya, anî ziman ku li dadgehan pesendkirina îstismarê zehmet e. Evrenkaya, got ku di warê derxistina îstismarê de berpirsiyariyeke zêde dikeve ser milê malbat û mamosteyan.

Evrenkaya wiha got: "Di rewşên travmatîk de zarok nikarin derewên xwe bidomînin. Di gelek bûyeran de em ji ber îfadeyên zarok û hevalên wan ên li hev dertên xwe digihînin rastiyê û bi vê yekê re ceza li îstismarkaran tê birîn."

'DIVÊ PEYMANA MAFÊN ZAROKAN BI AWAYEKÎ ÇALAK BÊ SEPANDIN'

Evrenkaya, balê kişand ser bêcezatiya di darazê de û wiha axivî: "Ji bo pêşveçûyîna zihnî û fizîkî ya zarokan bi awayekî tenduristiyane bidome, divê bi sererastkirinên zagonî re Peymana Mafên Zarokan bi awayekî çalak bê sepandin."

'DIVÊ YEKEYÊN PERWERDEHIYÊ BÊN AVAKIRIN'

Evrenkaya, diyar kir ku ji bo astengkirina îstismar û îhmalkariya zarokan divê ekîbeke ku ji bijîşk, hemşîre, pisporên xizmeta civakiyî û şêwirmendê derûnî pêk tên bê avakirin û wiha got: "Divê di navbera saziyên têkildarî mijarê de koordînasyon û tevkariyeke bê peydakirin. Divê kreş û saziyên xizmeta civakiyî bên pêşvexistin. Divê dê û bav û zarok baş bên agahdarkirin û heke mijar di rojevê de be, dê ev bibe cihê ku zarok bêtir pêş ve biçe û îstismar kêmtir bibe."