Der barê Rojnameger Turfent de 22 sal û nîv cezayê girtîgehê hat xwestin

AMED - Derbarê nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Nedim Turfent ku 13 meh in girtî ye de, bi daxwaza 22 sal û nîv cezayê girtîgehê îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de, Turfent ji ber fealiyetên xwe yên rojnamgeriyê tê tawanbarkirin.

Nuçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Nedim Turfent, di dema qedexeyên derketina derve yên di navbera salên 2015-2016'an de li Colemêrgê hatin îlankirin de ji ber nûçeyên xwe yên der barê binpêkirina mafên mirovan de li ser hesabên civaka medyayî yên polîs û leşkeran ve bi înfazê gef lê dihatin xwarin û di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê hat girtin û li hucreyeke yekkesî tê ragirtin. Piştî 13 mehan şûnde bi daxwaza 22 sal û nîv cezayê girtîgehê derbarê Turfent de îdianame hat amadekirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve hat amadekirin, ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ve hat qebûlkirin. Turfent, di îdianameyê de bi "endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" tê tawanbarakirin.

Di îdianameyê de dozger, bi bîr xist ku wî der barê Turfent de bi îdiaya endamê YPS'ê ye û propaganda kiriye doz daye destpêkirin. Di îdianameyê de, hevdîtin û hevpeyvînên Turfent ên bi endamê YPS'ê re wek unsûrên sûcî hatine nîşandan. Her wiha di îdianmeyê de îfadeyên 20 "şahidên" ku li ser Turfent îfade dane jî cih digirin.

Di beyanên van kesan de hatiye diyarkirin ku Turfent li Colemêrgê rojnamegerî dikir, nûçegîhanê DÎHA'yê ye û bi wênekêş û kameraya xwe wêne û dîmen kişandine. Her wiha van kesan di beyanên xwe de derpêş kiriye ku Turfent bi van nûçe û dîmenên xwe "alîkariya rêxistinê" kiriye.

HEVDÎTIN Û NÛÇE SÛC IN

Dozger, derpêş kir ku kesên ku li hizûra dozgerê komarê wek "şahid" der barê Turfent de hatine guhdarkirin, teşhîsên wan ên wêneyan li hev derketine. Dozger, hevdîtin, hevpeyvîn û wêneyên endamên YPS'ê yên ji bo nûçeyan kişandine wek delîlên "endamtiya rêxistinê" hesiband. Dozger îdia kir ku Turfent bi endamên rêxistinê re pêwendî daniye, di avaniya ciwanan a rêxistinê de cih girtiye û li ser fermanên rêxistinê tevgeriyaye.

Parvekirinên ku di hesabên civaka medyayî de ku tên îdiakirin aîdî Turfent in, ji bo propagandaya rêxistinê wek sûc hatin hesibandin.

Yekemîn danişîna dozê dê di 14'ê Hezîranê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê dîtin.