Emniyetê xwest, yûrdê ew avêt

AMED - Bi hinceta tevlî bîranîna Roboskiyê û pîrozbahiya Newrozê bûne, muduriyeta polîsan dosye ji yûrdê re şand û derbarê xwendekaran de lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de xwendekarek ji yûrdê hat avêtin û bursa xwendekarekî hat birîn. Xwendekarê Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Lokman Emen, diyar kir ku li ser daxwaza midûriyeta polîsan yûrdê ew avêtiye.

Bi hinceta tevlî bîranîna komkujiya Roboskiyê û pîrozbahiya Newroza Amedê ya sala çûyîn bûne, Muduriyeta Polîsan a Amedê der barê xwendekarê Huqûqê yê Zanîngeha Dîcleyê Lokman Emen (25) û Sekvan Işik (23) de lêpirsîn da destpêkirin û piştî du salan bi heman hincetan her du xwendekar ji yûrdê hatin avêtin û bûrsa wan hat birîn. Gerînendetiya Yûrda Halid Bin Velid a Amedê du meh berê bi heman hincetan der barê Emen û Işik de lêpirsîn dabû destpêkirin.

‘EMNIYETÊ XWEST, YÛRDÊ AVÊT'

Emen, anî ziman ku muduriyeta polîsan lêpirsîna der barê wan de hatiye vekirin ji yûrdê re şandiye. Emen got ku yûrd li gor xwestekên muduriyeta polîsan tevgeriyaye û wî ji yûrdê avêtiye û ya Işik jî bûrsa wî biriye.

‘BI TEMAMÎ DERHUQÛQÎ YE'

Emen, dest nîşan kir ku yûrda ku ew lê diman berê tu lêpirsîn der barê wan de venekiribû, lê piştî muduriyeta polîsan dîmenên çalakiyên ku berê ew beşdarî wê bûne ji yûrdê re şandine, rêveberiya yûrdê der barê wan de lêpirsîn daye destpêkirin. Emen, diyar kir ku yûrdê li gor daxwazên emniyetê ew cezakirine û wiha axivî: "Ya ku hatiye kirin bi temamî derhuqûqî ye. Hîn îdianameya me nehatiye amadekirin, yûrdê tiştekî wisa kir. Ev bêtir li ser xwendekarên kurd tê sepandin. Bi feraseta 'Ya tu yê wek min bî, heke tu wek min nefikirî,li dijî min derkevî ez ê te bieciqînim" li me tê ferzkirin. Muduriyeta polîsan lêpirsînên me ji zanîngehê re jî şandibû. Zanîngehê jî der barê min de lêpirsîn vekir. Ji ber vê sala çûyîn mehekê ji dibistanê hatim dûrxistin."

‘PEYWIRA YÛRDÊ NE CEZAKIRIN E'

Emen, dest nîşan kir ku sala çûyîn jî bi heman awayî 17 xwendekar ji zanîngehê hatine avêtin. Emen, got ku yûrd saziyeke îdarî ye û tenê der barê bûyerên li hundurê yûrdê de dikare cezayê disîplînê bide, lê belê di rewşên ku wê eleqedar nake de jî ceza biriye. Emen wiha axivî: "Berê ez li Yûrdên Mehmet Akif Ersoy û Ziya Gokalpê mabûm. Hewl didan xwendekaran biçewisînin. Carinan gef dixwarin ku ew ê polîsan bînin hundur. Sala çûyîn tîmên taybet dixistin Yûrda Halid Bin Velidê. Yanî tiştekî ewqas wehşî bû. Dema pirsgirêk derketana ji dêvla tîmên taybet xwendekar derdixistin derve."

‘XWENDEKAR TÊN FÎŞKIRIN'

Her wiha Emen, anî ziman ku muduriyeta polîsan agahiyên 60 xwendekarên ku der barê wan de lêpirsîn hene ji yûrdan re şandine da wan bavêjin û wiha axivî: "Li zanîngehê hemû xwendekarên ku tevlî çalakiyan dibin tên fîşkirin. Muduriyeta polîsan ew dişînin yûrdan. Dosyeyên ne li yûrdê yanî mezûn bûne jî dişîne. Dixwazin xwendekaran ji dibistanê dûr bixin. Em bi çewisandineke mezin re rû bi rû ne. Du hefte mane dibistanê biqedînim, lê nahêlin ez biqedînim. Em ê li hemberî van çewisandinan bitêkoşin."