STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, diyar kir ku tecr3ida ku ji sala 2015'an ve tê pêk anîn tê wateya bi saxî veşartin û wiha got: "Ev jî halê herî hovane yê îşkencê ye. Asta polîtîkayên bi demê re kuştinê ye."
Ji 15'ê Sibata 1999'an ve Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û balkêşe ku ligel bêiqûqiya darazê ya Tirkiyeyê saziyên hiqûqê yên navneteweyî jî bêdengiya xwe diparêzin. Yek ji saziyên ku bêhiqûqiya ji sala 1999'an ve tê pêkanîn nabîne Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME9 ye. Biryarên DMME'yê yên derbarê Ocalan de dane nîşan dide ku daraz çawa gişt guh dike. Yek ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica biryarên DMME'yê yên derbarê mûwekîlê wî de u pêkanînên li Îmraliyê vegotin.
* Her çiqas CPT derbarê Ocalan de pêşniyara divê "pergala îşkenceyê ya Îmraliyê" bê sererastkirin kiribe jî hikûmet van pêşniyaran pêk nayîne. Berovajî wê ketiye pêvajoya ku Ocalan jê re dibêje "Tecrîda teqez". Hûn derbarê helwesta DMME'yê de çi dibêjin?
Ev mijar wekî dozek cuda ji DMME’yê re hat şandin û hêjî didome. Di van serlêdanan de me daxwaz kir ku Ocalan û 3 girtiyên din bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bînin lê daxwaza me hat redkirin. Helwesta DMME’yê ew bû ku daxwazên me ji dem re bihêle û me mijûl bikin. Mixabin dema mijar dibe Ocalan DMME piranî polîtîkayek wiha dide meşandin. Wekî tê zanîn DMME’yê di 12’yê Gulana 2015’an de biryara revandina qorsanî ya Ocalan ku li pêş çavê hemû kesî pêk hat erê kir, ji bo bertekên li dijî vê bixe hevsengiyekê got Ocalan bi adilane nayê darizandin û divê ji nûve bê darizandin. Lê Tirkiyeyê ev biryar bi cih ne anî, daxwaza bi adilane darizandina Ocalan bêyî doz bê pêkanÎn, bêyî parastina Ocalan bigire bi hinceta “ger ji nûve bê darizandin wê ceza bigire” dosya girt. Konseya Ewropayê jî ev helwest erê kir. Ji ber vê yekê Ocalan dê pêşniyarên ji bo serrastkirina şert û mercên Ocalan ji holê rabin û Tirkiyeyê pêşniyar bi cih ne anîn. Di biryarê de her wiha hat gotin di hevdîtina Ocalan û parêzer de hebûna kesê sêyemîn binpêkirna mafê parastinê ye. Lê hikûmeta Tirkiyeyê bi sererastkirin qanûnan a 1’ê Hezîrana 2005’an a gotin Qanûnên Ocalan, dadgeha ku ev pêkanîn wekî binpêkirin dîtin paşde gav avêt.
* DMME’yê di vê mijarê de biryara xwe da ye?
Erê DMME’yê di mijara girankirina tecrîdê de û sererastkirina qanûnî derbarê serlêdanê de 18’ê Adara 2014’an biryar duyemîn da. Di biryarê de hat gotin ku madeya 3’yemîn a îşkence û pêkanînên xirap a hevpeymanê hatiye îxlalkirin. Bi vê re pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê hat îspatkirin. Qanûna bingehîn a Tirkiyeyê qanûnek ku kurdan înkar û red dikeye. Her wiha hemû daxwazên kurdan ên demokrasiyê û rêxistinên wê wekî “terorîst” dibîne û bi vê hişmendiyê li dijî standartên navneteweyî yên hatine sererastkirin, bi hişmediya “ewlehiya bilind” derdikeve û ev jî ji nedîtî ve tê. Her wiha hemû hewldanên Ocalan ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk li gorî standartên Ewropayê yê tune hat hesibandin.
* Beriya biryara DMME’yê ya 18’ê Adara 2014’an û piştî biryarê girankirina tecrîdê di biryara DMME’yê de cih nagire?
Na. Biryarên DMME’yê di heta pevajoya 17’ê Mijdara 2009’an nin. Piştî wê serlêdanek nû kirine mihar û ev doz hêj didome. Bi vê biryarê ligel ku îşkenceya Îmraliyê hatiye îspatkirin jî hikûmeta Tirkiyeyê pêşniyarên di biryarê de bi cih nayîne, berova jî wê lez dane polîtîkayên xwe yên bi demê re kuştinê. Ocalan bi guhetina mîmarî ya girtîgehê ku wekî darbeya 17’ê Mijdarê pênase dike, ji odeya xwe ya berê hat girtin, odeya hatiye bicih kirin biçûktire û qada tevgerê sînordatkirine. Ev ode li gorî ya din bê hewatire. Bi vê re dê pirsgirêkên tendirûstiyê yên Ocalan ên ji ber bêhewetiyê hêz girantir bikiribana. Piştre paceyek biçûk hatiye vekirin û ji ber oda ji bo sirkulasyona hewayê nikare bike pirsgirêk berdewam kiriye. Ocalan ev rew bi gotinên “Ez xwe digihînim pacê û wiha bêhn digirim” rave kiribû.
Ev tecrîd din ava sala 2011’an de gav bi gav girantir kirin. Pêngava yekemîn di 27’ê Tîrmeha 2011’an de bi qutkirina hevdîtina parêzeran, di 22’yê Mijdara 2011’an de binçavkirina hemû parêzerên Ocalan ên çûn hevdîtina Oslo û girtina wan bû. pêngava duyemîn di 6’ê Cotmeha 2014’an de bi qutkirina hevdîtina bi malbatê re bû. pêngava seyemîn jî ji Nîsana 2015’an ve qutkirina hevdîtinên heyetê bû. ev pêvajo di bin navê serkreteryayê 5 girtî li bi girtiyên din re cih guherî bûn. Lê piştî hevdîtinên heyete hatin qutkirin 2 kes sirgûnî Sîlîvriyê hatin kirin. Tecrîda li ser Ocalan bi vê re vegeriya tecrîda teqez.
* Rewşa “Tecrîda teqez” çiye û tê çi wateyê?
Piştî pêkanînên tecrîdê giran dikin, piştî darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an, di 20’ê Tîrmeha 2016’an bi biryara 1’emîn Dadgeha Înfazê ya Bursayê, hevdîtina Ocalan û 3 girtiyên din ên bi malbat, parêzer û kesên din re hat qedexekirin û mafên telefon, telegraf, name û faks jî hatin qedexekirin. Bi vê re dê hemû têkiliyên Ocalan û girtiyên din ên bi derve re bên qutkirin. Dadgehê biryar da ku heta pêvajoya OHAL’ê bi dawî bibe ev pêkanîn berdewam bikin, dema em dirêjkirina OHAL’ê li ber çavan bigirin em ê bibînin ku rewşa tecrîda teqez vegeriyaye halê berdewam.
* Yalçin Akdogan vê pêvajoyê wekî pêvajoya “Veşartina Ocalan a li Îmraliyê” pênase kir. Hûn div ê mijarê de çi dibêjin?
Bele, daxuyaniya “Veşartina Ocalan a li Îmraliyê” bi daxwaza nîqaşên darvekirina Ocalan re meşandin, dema agahînegirtina ji hebûna Ocalan û 3 girtiyên din li ber çavan bê girtin; ligel dibêjin bi fîzîkî dijîn jî, tê wateya bi fîîlî polîtîyaka darvekirinê tê pêkanîn. Çawa darvekirin tê wateya bi fîzîkî ji cîhanê hemû têkiliya wî tê birîn, tecrîda teqez jî dema têkiliyên Ocalan bi cîhanê re tên qutkirin tê wateya darvekirina siyasî û fîzîkî. Ev rewş nikare bi hiqûq, qanûn û hestên mirovahiyê bê vegotin. Pêkanînên li dijî Ocalan statuya rehine girtinê ye. Ocalan beriya niha jî di tesbîtek xwe de gotibû; “Mirov div an şertan de 6 rojan nikare bimîne, tenê me mirime. Ez li vir rehîneyek siyasî me. Divê rewşa min wiha bê zanîn. Ez dizarim vê bişibandinek wiha jî pênase bikim; ew wekî kesekî girêdayî makîneya bêhn girtinê me. Kengê dixwazin dikarin fîşê bikişînin. ji xwe girankirina tecrîdê tê wateya darvekirinê.” Girankirina tecrîdê bi gotinên rayedaran tê wateya “binaxkirin”. Ev jî rewşa herî wehşî a îşkenceyê ye. Pênasekirina rayedaran a “ binaxkirina Îmraliyê” asta dawî ya polîtîkaya kuştinê ya ji dem re hatiye hiştine. Di heman demê de ev tê wateya binaxkirina sekna 18 salan a Ocalan a Îmraliyê.
Yasîn Kobulan - dihaber