Santrala betonê li ber wan hate çêkirin

EDENE - Li Edeneyê welatiyên ku li 20 malên li ber wan santrala betonê hatiye çêkirin bi gotina "em nikarin bêhnê bigirin" nerazîbûna xwe nîşandan û xwestin santral bê rakirin.

Li taxa Buyukdîkîlî ya navçeya Seyhana Edeneyê beriya 3 sal û nîvan ji aliyê fîrmaha Sanayî Çîmento Kîpaş (KÇŞ) ve santral betonê hat avakirin. Santral li qada di navbera 20 mal û Şava Tevgera Taybeta Edemeyê de cih digire. Ligel ku mal lê hene jî qad wekî “herêma sanayî” hat binakirin û ev welatiyan nerihe dike. Welatiyan diyar kirin ku ew doza santralê dikişînin û xwestin santral bê rakirin.

'JI BER TOZÊ EM NIKARIN LI SER BAN RAKEVIN’

Jina bi navê Sakîne Topal a 30 sale li taxê dijî, da zanîn ku 3 sal Ûû nîve di nava tozê de dijîn 3u wiha got: “Keya li hemberî van pirsgirêkan bêqeyd dimîne. Em nikarin cilên xwe li derve raxin û nikarin li derve runin. 24 saetan derî û paçên malê girtîne. Em malbateke ku bi pereye heqdestê kêm derbar xwe dikine. Dema em li hundir klîmayê dixebitînin dikarin rûnin ger nebe nikarin rûnin. Mala me di bin tozê de maye. Em mecbûr dimînin her roj mala xwe bişûn. Di vê mijarê de kesek tiştekî naje me ji şîrketê û keya re jî got. Tenê avê li derdor dikin. Dema şevê çîmeto tê çêkirin wetin bibînin em d içi halî de ne. Ji xwe dema ev santral hat avakirin heta niha nikarin li ser ban rakevin. Em dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin.”

ZAROK DI TALÛKÊ DE NE

Rabîa Çalim, da zanîn ku her roj bi sedan kamyon dikevin santralê û derdikevin û wiha pêde çû: “Zarokên biçûk ji ber kamyonan nikarin bi rihetî derkevin derve. Ji ber zarokê min nexweşê bronşîtê ye ji tozê bandor dibe. Em dixwazin ev rewş bi dawî bibe. Kesên nexweş ji ber vê tozê nexweştir dibin. li ser giliyên me rê kirin asfal. Em naxwazin vê tozê bikişînin.”

'ÇARESERÎ DIXWAZIN’

Ramazan Bîlîr, anî ziman ku ji be dengê kamyonan û tozê ew nikarin li malên xwe bimînin û wiha pêde çû: “Gotin ev der ‘herêma sanayî ye’ û ji hemû giliyên welatiyan re bersiv ne hat dayîn. Em ji tozê rihetsiz dibin, berdin vekirina paçê em nikarin derkevin ser ban. Divê pêşiya vê bê girtin. Em çareseriyek mayînde dixwazin. Dema bayek tê em divana tozê de dimînin. Keya kamyonên aîdî santralê ne di nava taxê re nabe lê di qada 20 malên ku nêzî santralê re derbas dike. Keya alîkariyê nade me. Em nikarin bêhn bigirin. Rojê 500 wesayît derbas dibin. Zivistanê jî töze û em nikarin derkevin derve. Em dixwazin pêşî li vê bê girtin. Yan santralê ji vir rakirin an jî me ji vir bibin.”