Hefteyek derbas bû lê hê jî îfadeya 2 rojnamegeran nehat girtin

AMED - Li ser binçavkirina Serokê Lijneya Rêveber e DÎHA'yê Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş ligel ku hefteyek derbas bû jî îfadeya wan nehatiye girtin.

Serokê Lijneya Rêveber a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hate girtin Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş ên di 31'ê gulanê de di serdegirtinê de li mala xwe hatin binçavkirin ligel ku hefteyek derbas bû jî hê îfadeya wan nehatiye girtin.

Emniyetê heta niha agahî nedaye rojnamgeran û parêzerên wan. Hate hinbûn ku emniyet dozgeriyê, dozgerî jî emniyetê nîşan dide.