Di doza Qetlîama Enqereyê de biryara tazmînatê ya mînak

ENQERE - 6’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê biryar da ku ji hevjîn, zarok û birayê Hasan Baykara yê di Qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest daye 500 hezar TL tazminata manewî bê dayîn. Parêzerên dozê yên biryar kêm dîtin diyar kirin ku ew ê daxwaza xwe ya tazmînata madî bidomînin.

Doza tazmînatê ya ku ji aliyê malbata Hasan Baykara yê di Qetlîma 10’ê Cotmaha 2015’an ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da ve hat vekirin li 6’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê hat dîtin û dadgehê biryar da ku 500 hezar TL tazmînata manewî ji malbatê re bê dayîn.

Malbatê bi hinceta “Êrîş asteng ne kiriye” ji Wezareta Karê Hundir xwest ku ji hevjîna Baykara, 4 zarok, dayîk û xwişk û birayên wî re 2 milyon 800 hezar TL tazmînata manewî bê dayîn. Ji ber ji wezaretê bersivek ne hat malbata Baykara serî li darazê da.

Biryara ku bi yek dengî ji aliê 6’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê ve hat dayîn biryarek mînake.

Kararda, bu olağandışı zararların topluma pay edilerek giderilmesinin amaçlandığı vurgulandı. Dadgehê di biryarê de diyar kir ku îdare ji zirara ji ber çalakî û karên wê pêktê mecbûre zirarê pêşwazî bike û ji hevjîna Baykara re 50 hezar, zarokên wî re 75 hezar, dayîka wî re 75 hezar û ji ferdên din ên malbatê re 25 hezar lira tazmînata manewî bide. Bi vê yekê ji daxwaza tazmînata 2 milyon 800 hezar lira 500 hezar lîre hat qebûlkirin.

Parêzera dosyayê Bedîa Boran Bulut, diyar kir ku tazmîtana hatiye dayîn kême û wiha got: “Tazmînata hatiye dayîn manewî ye. Em ê daxwaza xwe ya tazmînata madî bidomînin. Ev biryara ji bo malbatên zarokên xwe di qetlîamê de windakirine biryarek mînake.”