COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ku şert û mercên giran ên demsala zivistanê bandora xwe nîşan dide de malbateke 6 kesî di nav odeyeke ji malên xwe yên hatibû şewitandin de têkoşîna jiyanê dide. Malbata ku di odeya dilop dike û odeyê bi brandayê pêçandine de banga piştgiriyê kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku piştî qedexeya derketina kolanan bi dawî bû û bi hezaran mal hatin sotin tengasiyên malbatên di konan de dimînin jî zêdetir bûn. Malbata Çiftçî ya di malbatê de 4 zarokên temen biçûk hene jî ji van yek e. Malbata Çiftçî ya taxa Gungorê piştî qedexe rabû odeyeke mala xwe ya sotî mabû de dimînin ji ber sermaya giran branda li odeyê pêçandine û bi piştgiriya cîranên xwe têkoşîna jiyanê didin. Di odeya ku mitbex, banyo û lavaboya wê tune ye de ji ber barîna berfê dilop kêm nabin û malbatê banga piştgiriyê kir.
BANGA ‘JI ME RE BIBIN ALÎKAR’
Bavê 4 zarokên temen biçûk Hekîm Çiftçî bal kişand ser zehmetiyên demsala zivistnê û got ku brandayên li odeyê pêçandine jî tera hewaya sar nake. Çiftî bi van gotinan bal kişand ser zehmetiyê dikişînin û ev bang kir: “Her tim dilop tên ser me. Ji ber piyê xwe jî ez nikarim zêde bixebitim. Ji ber bêderfetiyê jî em nikarin malekê kirê bikin. Bila ji me re alîkarî bikin da ku em ji vê rezaletê rizgar bibin.”
‘XWARINA ZAROKAN EZ JI CÎRANAN DIGIRIM’
Dayîk Emîne Çiftçî jî got ku ew bi zarokên xwe yên biçûk mehkûmî maleke yek odeyî bûye û wiha axivî: “Gelek caran xwarina zarokên min tune ye û ez ji cîranan dixwazim. Ez dixwazim ji vê rezaletê rizgar bibim û di ciheke paqij û germ de bi zarokên xwe re bijîm. Ji bo şewata me jî ne dar ne jî komira me heye.”