NANEVDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew îro mizgîngiya Şerê Mezin ê ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê didin. Fermandariye da zanîn ku hêzên wan bi moral û amadekariyeke xurt ji bo vî şerî amade ne.
Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), derbarê Pêngava Rizgarkirina Reqayê de civînek çapemeniyê lidar xist. Berdevkê QSD'ê Talal Silo daxuyanî da û destpêkirina Pêngava Rizgarkirina Reqayê îlan kir.
Silo, diyar kir ku piştî berxwedana demdirêj a hêzên wan, hêzên hevkar a li dijî terorîstan, efsaneyên dîrokî û qehremanî hatin afirandin û wiha got: “Ji berxwedana dîrokî ya Kobanê heta rizgarkirina Girê Spî, Hol û Şedadê, heta rizgarkirina gundên Dêra Zorê û Reqayê, rizgarkirina Bendavên herêmê, azadkirina bi deh hezaran şêniyên wan herêman ji terorîstan û li gorî derfetên xwe pêkanîna pêdiviyên wan ên jiyanî, hêzên me gelek pêngavên dîrokî biserxistin.”
ÎRO CENGA MEZIN A RIZGARKIRINA REQAYÊ DEST PÊ DIKE
Silo, da zanîn ku ew îro dest bi Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê ku çeteyan ji xwe re kiriye paytexta teror û terorîstan, dikin û wiha pêde çû: “Hêzên beşdarî vê cenga dîrokî bûne ev in: YPG, YPJ, Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar), Cebhet El-Ekrad, Lîwa El-Şemal El-Dîmoqratî, Hêzên Eşîran, Tugaya Mexawîr Humis, Siqûr El-Reqa, Lîwa El-Tehrîr, Tugaya El-Selaciq, Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor, Hêzên Erka Xweparstinê û Hêzên Nuxbe.
Ev şer bi piştgiriyeke mezin a Meclîsa Sivîl a Reqayê, Meclîsa Sûriya Demokratîk (QSD), mezinên eşîran û rûspiyên herêmê û bi alîkariya gelê me yê li herêmê pêk tê. Em mizgîniya destpêkirina Cenga Dîrokî ya rizgarkirina Reqayê radighînin û destnîşan dikin ku hêzên me bi moraleke bilind û amadekariyeke mezin ji şer re amade ne da ku plana leşkerî ya bi hevkarên me yên Koalîsyonê Navneteweyî re hatibû girtin, pêk bînin.”
BANGA JI BO GELÊ REQAYÊ
Silo, bang li gelê Reqayê kir ku li durî navendên çeyteyan bisekinin û wiha axivî: “Ji nokteyên hesas û cihên şer bikevin. Li derdora hêzên me kom bibin û alîkariya hêzên me bikin, da ku erkên xwe pêk bînin. Di heman demê de em bang li ciwanên Reqayê dikin ku ji bo di rizgarkirina bajarê xwe tevlî nava refên me bibin. Bi vê boneya dîrokî, em şehîdên xwe yên ku ji bo gihiştina vê qonaxê canê xwe feda kirine bi rêzdarî bibîr tînin û şîfayê ji birîndarên xwe yên qehreman re dixwazin. Em bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) hemû hêz û komên beşdarî Cenga Mezin dibin, bi şervan û fermandarên wê, silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Di heman demê de em spasiya Hêzên Koalîsyona Navdewletî dikin. Em hemû gelê xwe yê ji hemû mezheb û olan ku li dijî teroristan li berxwe dan silav dikin. Her wiha em hemû hevalên rojnameger ên ku şerê me ji raya giştî re ragihandine û ji bo dîmenên zindî veguhezînin li kêleka hêzên me bûn, silav dikin.”