Li Dersimê 7 kes hatin binçavkirin

DERSIM - Di serdegirtina malan ên li Hozat û Pertekê de 7 kesên di nava wan de Hevseroka HDP’ê ya Hozatê Canan Alsan jî heye hatin binçavkirin.

Li navçeya navçeya Hozat û Perketê yên Dersimê polîsan bi ser malan de girtin. Hinceta serdegirtinan ne hat zanîn û piştî lêgerîna malan Hevseroka HDP’ê ya Hozatê Canan Aslan, Keyayê gundê Hopîkê Bulent Oguz, Ozkan Yildiz, Nejdet Çelîk, Îlhan Ruzgar, Mîthat Kaya û Mehmet Benler hatin binçavkirin.