WAN - Parlementera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezar Ozturk têkildarî hewldana ji derxistina hemwelatîbûna Tirkiyê axivî û wiha got: “Biryara mijara gotinê berdewamiya polîtîkaya tasfiyekirina HDP’ê ye. Ew li dijî rastî û gel mehkûmî windakirinê ne. Ji ber vê yekê bihêrs dibin û ditirsin.”
Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê aşkere kiribû ku di derbarê kesên derheqê wan de lêpirsîn heye û li derveyî welat in ku di nav de parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, parlementera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer, parlementerê HDP’ê yê berê Ozdal Uçer hene dê 130 kesî li derveyî welat ji hemwelatîbûna Tirkiyê bên derxistin. Parlamenter Hezer biryar nirxand.
Hezer, diyar kir ku rejîma înkar, faşîst û xwe dispêre yekperestiyê tê ferzkirin û wiha got: “Lê kesên ku fêm nakin ku dê encam ji van pêkanîn negirin ewin. Encama ew dixwazin rejîma faşîst û xwe dispêre yekperestiyê ye. Hewl didin hemû astengiyên di vê rê de tune bikin û tune bihesibînin.”
'BERDEWAMIYA POLÎTÎKAYÊN TASFIYEYÊ YE’
Hezer, anî ziman ku hiqûq û qanûn tê binpêkirin û wiha axivî: “Hiqûq û qanûn binpêkirin, hilweşandin, şewitandin, koçber kirin, qeyûm tayîn kirin, ceza dan, qetilkirin, parlamenteri xistin û niha jî ji hemwelatîbûnê derdixin. Ji derxistina hemwelatiyê berdewama polîtîkayên tasfiyekirina HDP’ê ye. Ev bi têgîna întîqamê tê kirin. Ji bo berjewendiyên xwe serî li hemû riyên derew, polîtîkaya şer û bêhiqûqiyan didin. Lê me di nava pêvajoya du salan de dît ku yên tune dibin û bêdeng dibe ne HDP’ye. Ji ber em vîna bi milyonan û jinanin. Em têkoşînek bi maf û rewa didin meşandin. Ji ber vê êrîş çiqas giran bin jî li dijî gel mehkûmî windakirinê ne. Polîtîkayên wan ên derve û hundir îflas kirye ji ber vê bi hêrs dibin û ditirsin. Ji ber ku dê tiştên kirine derkevin pêşberî wan. Em ê hemû jin, gelê kurd û gelê Tirkiyeyê ji vê zilmê rizgar bikin û em ê biserkevin. Dê di zilma xwe de bifetisin.”