ŞIRNEX - Di serdegirtina malan a Qilabanê de 2 welatiyên hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Li navçeya Qilabana Şirnexê di 3’yê Hezîranê de polîsan bi ser malan de girtin û welaityên bi navê Mehmet Yaman û Savaş Babat, binçavkiribûn. Piştî îfadeyên Yaman û Babat li Midûryeta Polîsan a navçeyê bi dawî bûn sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî dozger îfadeyên wan girtin bi hinceta “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Qilabanê kirin û herdu kes bi heman hincetê hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.