MÊRSÎN - Di doza parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan a ku parlamenteriya wê hate xistin li Mêrsînê hat dîtin de bi hinceta beşdarî merasîma bîranînê ya 3 siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin bûye 10 meh ceza hat dayîn.
Doza parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan a ku parlamenteriya wê hate xistin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrsînê hat dîtin. Parêzerê Aydogan, Alî Bozan beşdarî dozê bû.
Aydogan a ji ber ku beşdarî dozê nebû nekarî parastinê bike, parêzerê wê axivî. Parêzer Bozan got uk axaftina muwekîla wî divê di çarçoveya azadiya raman de bê nirxandin û xwest bê beraetkirin.
Dozger jî xwest Aydogan bê cezakirin.
Piştî navberê heyetê der barê Aydogan de birya 10 meh cezaya girtîgehê da.
Aydogan di 9'ê çileya 2016'an de beşdarî merasîma bîranînê ya 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîsê hatibûn qatilkirin bûbû.