Cezayê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek hat erêkirin

AMED - Dadgeha Edliyeyê Herêmê ya Dîlokê cezaya ku dadgeha herêmî der barê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek de dabû ya 8 sel û 9 meh erê kir. Parêzer dê li Dadgeha Bilind îtiraz bikin.

Cezaya ku der barê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek de ji ber axaftinên wî yên meş, mîtîng û daxuyaniyan de ya 8 sal û 9 meh hatibû dayîn ji aliyê 4'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgepa Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê ve hat erêkirin. Parêzerên Yuksek Mesut Beştaş û Mehdî Ozdemîr ji bo ceza bû temyîzkirin serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Dîlokê dabûn. Dadgehê serlêdana parêzeran bi lez û bez nirxand û biryar da. Serlêdana di 16'ê gulanê de dadgehê girt dest û di 23'yê gulanê de biryar da û cezaya yuksek erê kir.

Parêzerên Yuksek dê serî li Dadgeha Bilind bidin û îtirazî biryarê bikin.