Gelê Wanê: Biryar tê wateya kesên deng dane jî ji hemwelatiyê tên derxistin

WAN - Gelê Wanê bertek nîşanî derxistina 103 kesên ku parlanenter jî di nav de ne ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê dan û wiha gotin: “Parlamenter vîna me ne. Derxistina wan a ji hemwelatîbûnê tê wateya derxistina hemû kesên dengd dayîne wan.”

Gelê Wanê bertek nîşanî derxistina 103 kesên ku parlanenter jî di nav de ne ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê dan. Welatiya bi navê Sacîde Kizilay (26), diyar kir ku vîna gelê Wanê tune tê hesibandin û wiha got: “Ji hemwelatiyê derxistin tê wateya dest dayîna ser vîna gel. Ew parlamentereke ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin, çawa gel ew rakiriye dikare daxîne jî. Hûn xwedî mafek wiha nînin. Divê hûn vê ji gel bipirsin.

‘GUH NADIN MAF, HIQÛQ Û QANÛNAN’

Esnafê bi navê Ferît Atabay (32), da zanîn ku gelê kurd dê xwedî li vîna xwe derbikeve û wiha pêde çû: “Tugba Hezer vîna me ye. Em xwedî li vîna xwe derdikevin. Faysal Sariyildiz bi heman awayî. Kîjan parlamenter dibe bila bibe vîna me ne. Dest nedin vîna me.” Welatiyê bi navê Musa Turfen (40), anî ziman ku hikûmet guh nade maf, hiqûq, qanûnan û wiha domand: “Niha hemû tişt li gorî kêfa wane. Nikarin tiştek wiha li vîna gel bikin. Em wan şermezar dikin. Me ew bi hilbijartinê birin meclîsê em xwedî vîna wan ji wir bînin.”
Welatiyê bi navê Mehmet Çavuşoglu (75) destnîşan kir ku hikûmet tehemûlî kurd û kurdîtiyê nake û wiha got: “Hiqûq û dad tune ye. Di çavê wan de pêvajoya mirinê tê jiyîn. Ji ber ku kurdan vê tiştê li wan dikin. Çiqas zilm hebe li me kirin. Me deng da wan, derxistina wan tê wateya derxistina hemû kesên deng dayîne wan.”

‘GELÊ WANÊ DÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERBIKEVE’

Mahmut Çakir (36) jî rêjeya dengê HDP’ê bi bîrxist û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê gelo kesê derkeve derve dê ji hemwelatiyê bê derxistin. Vîna mine. Min dengê xwe jî daye. Ez vê yekê qebûl nakim. Ne tenê vîna Wanê vîna Tirkiyeyê ye. Ev mijar ne tenê min 6 milyon mirovan eleqedar dike. Civakekê eleqedar dike. J xwe her tim me cuda dikin û dixwazin qanûna birêve bibin. Gelê Wanê dêxwedî li vîna xwe derkevin. Her tim jî xwedî derketiye. Divê hemû kes vê bibînin.”