AMED - Li 10 gund û gundikên navçeya Pasûrê qedexeya derketina derve ya hatibû îlankirin bi biryara Walîtiya Amedê ve hat rakirin, li 18 gundên navçeya Licê jî bi hinceta operasyonê qedexe hat îlankirin.
Li herêmê qedexeyên derketina derve ya bi hinceta operasyonan berdewam dike. Walîtiya Amedê qedexeya ku li 10 gund û gundikên navçeya Pasûrê îlan kiribû saed di 12.00'an de rakir. Piştî ku walîtiyê ev qedexe rakir li 18 gundên navçeya Licê bi hinceta operasyonan qedexe îlan kir.
Gundên ku qedexe hatine ilankirin ev in: "Akçabudak, Ortulu, Ulucak, Saydamli, Kiliçli, Yorulmaz, Guldîken, Uçdamlar, Baharlar, Bayirli, Hedîk, Tuzlakoy, Yamaçli, Kirilan, Dernek, Konuklu, Yunluce û Yaprakkoy."