MÊRSÎN - Doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a bi hinceta heqaret li Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu kiriye hatibû vekirin hat dîtin.
Doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a bi hinceta heqaret li Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu kiriye li 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Mêrsînê hat dîtin. Di rûniştina dozê ya ku Yuksekdag hincet nîşan da û bi SEGBİS’ê tevlî nebû de parêzer Alî Bozan amade bû.
Di doza bi nasandina nasnameyan dest pê kir de parêzer Alî Bozan mafê axaftinê girt, diyar kir ku axaftinên mûwekîla wî kirine di çarçoveya şertên qanûndanînê de ne û divê biryara cihê lêpirsînê tune ye bê dayîn. Bozan xwest mûwekîla wê ji vê dozê beraet bike û doz bê xistin.
Heteya dadgehê, ji bo Yuksekdag di rûniştina bê de bi SEGBİS’ê tevlî dozê bibe ji girtîgehê re müzekkere nivîsan û doz taloqî 6’ê Mijdarê kir.