Gelê Cizîrê: Me hilbijart divê vegere Meclîsê

ŞIRNEX - Gelê Cizîrê bertek nîşanî derxistina Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz a ji hemwelatiyê dan û wiha gotin: “Me Sariyildiz hilbijart. Ger dê gotinên me bi pejirînin ji bo Sariyildiz vegere Meclîsê divê îktîdar dawî li zextên xwe bîne.”

Gelê Cizîrê bertek nîşanî derxistina 103 kesên ku di nava wan de Parlamenterên HDP’ê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer jî nehe ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê dan. Welatiyan diyar kirin ku Sariyildiz di ragihandina tiştên li Cizîrê hatin jiyîn de rolek mezin lîst û gotin ku nûnerê ku wan şandiye meclîsê ji hemwelatibûnê derxistin tiştekî şaşe.

‘SARIYILDIZ HÊJÎ NÛNERÊ GELE’

Welatiyê bi navê Haşîm Beyter, da zanîn ku bi salane AKP li firsendek wiha digere û wiha got: “Gelê Cizîrê bi rewşek giran re rû bi rû ye. Divê AKP bizane ku bi van polîtîkayan gel qezenc neke. Ger Sariyildiz ji hemwelatîbûnê bê derxistin jî baweriya wî li kolanên Cizîrê jÎ heye. Tu tiştekî ku baweriya gelê kurd biguherîne tune ye. Sariyildiz hêjî nûnerê gele. Gel ji ber zextên zêde nikare deng derbixîne.”

‘ME EW HILBIJART’

Welatiyê bi navê Abdurrahman Aşkin, bertek nîşanî derxistina Sariyildiz ji hemwelatîbûnê da û wiha pêde çû: “Îktîdar bêyî gel tevdigere. Sariyildiz di her şert û merci de ligel gelê Cizîrê bû. Me ew hilbijart. Ger dê gotinên me bi pejirînin ji bo Sariyildiz vegere Meclîsê divê îktîdar dawî li zextên xwe bîne.”


Ferhat Kiliç, jî wiha axivî: “Ev ji bo dewletê kêmaniyek mezine. Dad dê rojekê cihê xwe bigire.” Welatiyê bi navê Alî Sevsa bi lêv kir ku ger kurd bibin yek dê dewlet bi baldar nêz bibe, ya girîng yeketiya kurdane û ew li dijî vê qerarê ne.