Rojnameger Guzupek û Ertaş derxistin dozgeriyê

AMED - Li ser binçavkirina Serokê Lijneya Rêveber e DÎHA'yê Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş ligel ku hefteyek derbas bû û îfadeya wan a liğ midûryetê hat girtin. Herdu rojnameger sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Serokê Lijneya Rêveber a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hate girtin Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş ên di 31'ê gulanê de di serdegirtinê de li mala xwe hatin binçavkirin îfadeya wan a li midûryeta polîsan hat girtin.

Di girtina îfadeyan de polîsên ku derbarê îxbarê de pirs ne pirsîn, ji rojnamegeran pirsa endamê rêxistinekê ne yan na, ji rêxistinê perwerde girtine yan na, berê hatine binçavkirin û girtin an na pirsîn. Rojnamegeran diyarkirin ku ew girêdayî tu rêxistinekê nînin û ji ber ajansa wan hatiye girtin rojnamegeriya serbest dikin.

Her wiha pirtûkên li malê hatin desteserkirin jî ji rojnamegeran hat pirsîn. Ertaş û Guzupek, diyar kirin ku beriya biryara komkirinê bê girtin wan pirtûk girtine û di xebatên rojnamegeriyê de ji van pirtûkan sûdê digirin.

Rojnamegerên îfadeyên wan hatin girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin.