Yilmazer: Cînayeta Hrant Dînk Engîn Dînç û cendirme plan kir

STENBOL - Alî Fuat Yilmazer ê ji ber cînayeta Hrant Dînk girtîye diyar kir ku Serokê Daîreya îstixbaratê Engîn Dînç cendirme bi hevre plan kirine û wiha axivî: "Cînayet bi awayekî sîtematîk hat plankirin."

Doza têkîldarî kuştina Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dînk li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Bersûcên girtî Ramazan Akyurek û Alî Fuat Yilmazer û hin bersûcê bêyî girtî tên darizandin beşdarî dozê bûn. Hin bersûcên din ên ji dozên din girtî ne jî bi SEGBÎS'ê beşdarî dozê bûn.

Di dozê de ewil Mirûdê Şaxa Îstixbaratê ya Bayburtê Cengîz Ozer wekî şahid hat guhdarkirin û got ku beriya bûyerê Dînk nas nedikir. Ozer got ku roja bûyerê ji Trabzonê li wan geriyane û gotine ku dê agahiya Muhittîn Zenit bigirin. Ozer anî ziman ku nivîsekî fermî tuneye bi agahiya midûrê emniyetê Zenît bandine Trabzonê. Ozer destnîşan kir ku piştî Zenîtj i Trabzonê vegeriya ye agahî daye rayedarên Trabzonê û ji bo Zenît ji Midûriyeta Polîsan a Stenbolê jî li wan geriyane.


Alî Fuat Yilmazer jî îdia kir ku tekane kesê ku hewl daye kuştina Dînk ronî bike ew e û wiha axivî: "Li aliyê Trabzonê ve rola Serokê Daîreya Îstixbaratê ya Engîn Dînç bi guman e. Engîn Dînç bi cendirmeyan re li hev kir û ev cînayet plan kirin. We bi awayekî sîstematîk ev cînayet plan kir. Erhan Tuncel ne wekî ku em dizanin kesekî îstixbaratê ye ne jî midûriyeta îstixbaretê kiriye." Yilmazer got ku guhdarkirina Erhan Tuncel ji aliyê Engîn Dînç ve hatiye astengkirin û biryara dadgehê jî ji aliyê Dîniç ve hatiye veşartin.