ENQERE - Polîsan li cadeya Yukselê careke din mudaxaleyî girseya ku xwest piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça kirin.
Polîsan li cadeya Yukselê careke din mudaxaleyî Velî Saçilik û Acun Karadag ên ku ji karên xwe hatin avêtin û ji ber vê yekê 209 roj in di çalakiyê de ne kirin. Velî Saçilik û Acun Karadag ên ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 90 roj in di greva birçîbûnê de bi pankartên "Bijî berxwedana me ya greva birçîbûnê" "Bila Nuriye û Semîh vegarin ser karên xwe" ve hatin cadeya Yukselê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Acun KAradag ê li vir axivî diyar kir ku heta daxwaza Gulmen û Ozakça bê qebûlkirin ew ê li cadeya Yukselê bin.
Girseya ku bi Saçilik û Karadg ve hatin cadeya Yukselê jî bi mudaxaleya polîsan ve hat xwestin ber bi kolana Konurê bên durxistin. Polîsan şîdet bi kar anî û kesên ku xwestin daxuyaniyê bidin li erdê kaş kirin.
Nazife Onay a ku ji karê xwe hatiye avêtin jî gotina "Keda min a 12 salan di şevekî de avêtin çopê. Em ê van daxwazan biparêzin û hevalên xwe vegerînin li ser kar" bi kar anî.
Girse li kolana Konurê sekna xwe didomîne. Saet di 18.30'an de ji bo çalakiya dê bêlidarxistin bangawazî hat kirin.