Rojnameger Ertaş û Guzupek hatin berdan

AMED - Rojnameger Zekeriya Guzupek û Mehmet Alî Ertaş ên 7 roj in di bin çavan de ne piştî îfadeya dozgeriyê hatin berdan. Ertaş got ku rojnamgerî ne sûc e ew rojnamger in.

Serokê Lijneya Rêveber a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hate girtin Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş ên di 31'ê gulanê de di serdegirtinê de li mala xwe hatin binçavkirin îfadeya wan a li midûryeta polîsan hat girtin û derxistin dozgeriyê. Piştî ku îfadeyên Ertaş û Guzupek hat girtin, hatin berdan.

ERTAŞ: ROJNAMEGERÎ NESÛC E

Ertaş, Guzupek ên hatin berdan li ber deriyê edliyeyê bi Berdevkê Însiyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan ve daxuyaniyekî kurrt dan. Ertaş ê li vir axivî diyar kir ku ew di encama îxbarekî pûç hatine binçavkirin û wiha got: "Dema ku tiştên di îxbarê de hat gotin nedîtin em binçavkirin. Wekî hemû binçavkirinên li dijî rojnamegeran ev jî binçakirinekî kêfî bû. Em rojnamger in. Ji ber ku em rastiyan derdixin holê ev wan aciz dike. Ji bo pêşiya vî bigirin me asteng dikin. Rojnamegerî ne sûc e. Em ê xebatên xwe li cihê ku maye bidomînin."

Piştî daxuyaniyê rojnameger ji edliyeyê veqetiyan.