Li Mêrdînê 5 kes hatın berdan

MÊRDÎN - Di doza Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku 8 jê girtî 46 kes pê dihatin darizandin de, 5 kes hatin berdan.

1’emîn danişîna doza Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku Hevşaredar Ahmet Turk jî di nav de 8 jê girtî bi giştî 46 kes pê tên darizandin, li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Danişîna dozê 2 rojan berdeam kir. Ji bilî Ahmet Turk hemû bersûc ên ku bi hinceta "Bi zanebûnî alîkariya rêxistinê kirine" tên tawanbarkirin beşdarî danişînê bûn. Turk ji ber tenduristiya xwe tevlî danişînê nebû.

Ji 8 bersûcên girtî yên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tên ragirtin, di parêziya xwe de sûc qebûl nekirin û doza tehliyeya xwe kirin. Dadgehê biryara tehliyekirina 5 kesan û berdewamiya girtina M. Şirîn Gultekîn, M. Alî Amak û Mehmet Yildirim da. Doz taloqî 4’ê Tebaxê hat kirin.