Ziya Pîr: Ger AKP biçe dê krîza aborî çareser bibe

AMED - Aborîzan û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr pirsên me yên derbarê krîza aborî de bersivandin û diyar kir ku ji bo krîza aborî ji holê rabe pêwîste hikûmeta AKP'ê biçe û wiha got: "Şerê ku AKP li Kurdistanê dide meşandin ne tenê aboriye asta wê ya civakî jî gelek mezine. Tirkiye dê nikaribe ji bin vî barê şer derkeve. Êdî nikarin bêjin min çi gotiye ew e."

Ji ber polîtîkayên hikûmetê krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe. Her roj diwîz rekoran dişikîne, bac û zamên ku tên kirin jî pişta gel dişikîne. Aborîzan û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr diyar kir ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê dê kûrtir bibe û bersiva pirsên me bersivandin.

* Li gorî we sedemên krîza aborî ya li Tirkiyeyê çine?

Du sedemên bingehîn ên krîza li Tirkiyeyê hene. Ya yekemîn siyaseta hundir û ya duyemîn jî siyaseta derve ye. Ger em li Karên Hundir binêrin piştî krîza Rusya-Ukrayna îşaretên krizê hatin dayîn. Bi destpêkirina krîzê re îxracata Tirkiyeyê ya ji bo herdu welatan rawestiya. Li Aksaraya Stenbolê berê ji bo Rûsya û Ukraynayê gelek îxracat dihat kirin. Niha esnafên li wir li ber tune bûnê ne. Piştre jî ji ber polîtîkaya tirkiyeyê ya li dijî Rojava, pirsgirêkên bi welatên Sûriye, Irak, Îran, Misir, Libya re îxracata rawestiya. Li van hemû cihan Tirkiyeyê polîtîkayên şer û şaş dan meşandin. Aboriyek Tirkiyeyê ku nikare peravên Misirê bikarbîne û nikare biçe Rojhilata Navîn heye. Cihên kar ên tirkiyeyê yên li Lîbyayê jî yek bi yek hatin girtin. Bazara ku Tirkiye îxracatê lê bike nemaye. Ger diwîz nekeve hundir em nikarin karê xwe birêve bibin. Ya duyemîn jî karên hundire. Piştî balefira Rûsyayê hat xistin, zebzeyên k udi bazara hundir de tên hilberîn ne hatin îxracatkirin û ev bandorek nebaş li ser bazarê kir.

'EM HINA DI NAVA KRÎZÊ DE NE'

Ji 2002'yan ku AKP hat ser peywirê hemû karsaz bizanebûn gel deyndar kirin. Ji bo gel wan deynan bidin mecbûr hiştin ku di hemû hilbijartinan de deng bidin AKP'ê. AKP'ê jî got 'ger em îtkîra bimînin em ê îstikrara aboriyê bînin'. Gel ji vê bawer kir û deynên xwe zêdetir kirin. Li Tirkiyeyê deynê sektora taybet 211 milyar dolare, deynê brut 311 milyar e. Hatin wê halî ku nikarin di şiklê dolar de deynê xwe bidin û li ber girtinê ne. Mirov ji kar tên derxistin. Ji xwe em niha di nava krîzê de ne.

* Li Tirkiyeyê krîza aborî ya ku her diçe kûr dibe di kîjan astê de ye?

Ger em krîza li Tirkiyeyê bi asta bêkariyê ve girê bidin û tiştên diqewimin bi awayekî objektîf danîn holê dê derbikeve holê. Asta bêkariyê ne ji sedî 11 ye. Tirkiye di mijara bêkariyê de ji Îspanyayê baştir nîne. Li Îspanyayê ji sedî 20 bêkarî heye. Li Tirkiyeyê jî asta bêkariyê ji sedî 20 zêdetire. Qada ciwan a bêkariyê ji sedî 30 derbas dibe. Îstîhdam tune ye û cihên kar ên nû nayên vekirin. Deyn her roja ku diçe zêdetir dibe. Deynê sektora taybet 211 milyar dolare. Beriya du mehan dolar 2.8 TL bû niha ji 3.50'î derbas bûye. Bi dolarê wê demê 600 milyar TL bû. Niha 750 milyar TL ye. 150 milyar TL yanî 30 milyar dolar deyndare. Tenê ji ber krîza diwîzê sektora taybet bû deyndar. Divê vî pareyî ji cihekê bibîne. 30 milyar dîtin en karekî hêsane. 30 milyar tê wateya 6 sanayiyên mezin ên TUPRAŞ. TUPRAŞ saziya herî mezin ya Tirkiyeyê ya sanayî ye. Niha li tirkiyeyê dikarin 6 TUPRAŞ vekin na nikarin. Hûn dikarin astê di vir de jî bibînin. Ger li vana bê temaşekirin dê asta krîza li Tirkiyeyê bê dîtin. Ligel deynê sektora taybet 250 milyar dolar deynê gelemperî heye.

'ERDOGAN DIAXIVE TIRKIYE DEYNDAR DIBE'

Ev hemû ji ber çine? ji ber serokomar Erdogan her roj diaxive deyen zêde dibin. Axaftinên Erdogan Tirkiye aniye halê parçebûnê. Cîran Tirkiyeyê aciz dikin. Tirkiye be îstîkrar bû. Ji ber wê veberhênan nayên. Ji ber ku veberhênan û diwîz nayên zêde dibe. Kesên tu tên Tirkiyeyê raste rast veberhênanê nakin. Fabrîkayan ava dikin. Dema krîz çêdibe birina wê zehmet dibe. Veberhênanên raste rast jî hêdî hêdî diçin. Li tirkiyeyê mijara xwekişandina veberhênanên biyanî di rojevê de ye. Veberhênan dibêjin li tirkiyeyê bê îstîkrarî heye û baweriya min bi Tirkiyeyê nayê" xwe vidikişînin. Dolar û euroyên xwe ji bo veberhênanê dibe welatek din.

* Çi bandora polîtîkayên şer ên AKP'ê ku li herêmê dide meşandin li ser kûrbûna krîza li Tirkiyeyê heye?

Polîtîkayên şer ên ku AKP'ê li Kurdistanê dan meşandin û êrîşên li dijî siyasetmedarên HDP, DBP'ê bandorê li ser aboriyê dike. Nêzî 5 hezar siyasetmedar, rêvebir û hevserokên me hatin girtin. Ev sedemek bêîstîkrarbûnê ye. Li gel vê rojnameger tên girtin, rojanem, TV û komele hatin girtin. Hem sermayeya civakî hem jî ya pere ya van hebû. Li Tirkiyeyê ev salek û nîve li bajarên Kurdistanê şer tê meşandin. Meşandina vî şerî karek zehmete. Sermayeya deh hezaran leşker polîs, cerdenav û çekan li holê ye. Hewl dide li Rojava, Sûriye û Iraqê şer bide meşandin. Sermayeyek mezin a ji b ovan heye ji bo Tirkiyeyê. Ji vir her roj balefirên şer radibin. Bombeyên ku diavêje ne hêsanin. Ev ne rewşên ku Tirkiye bikare ji bin derkevene. Asta polîtîkayên şer ên li Kurdistanê dide meşandin ne tenê aboriye asta wê ya civakî jî mezine. Tirkiye nikare ji bin vî şerî derkeve. Hûn nikarin bêjin ez çi bêjim ew e.


* Hûn bawer dikin ku AKP û serokomar Erdogan dê bi polîtîkayên didin meşandin krîza aborî derbas bikin?

Polîtîkayên ku Tirkiye dide meşandin nikare krîza aborî ji holê rake, her roj siyaset aciztir dibe û krîz kûrtir dibe. Li tirkiyeyê dolar bertekê nîşanî çi dide. Kengî meleseya serokatiyê bê axaftin dolar bilind dibe. Dibêjin AKP û MHP'ê li hev kirin dolar bilind bû û nirxê pereyê Tirkiyeyê ket. Wê demê cîhana kar li dijî pergala serokatiyê ye. Pêkanînên OHAL'a duyemîne. Dema gotin dê OHAL bê dirêjkirin dolar bilind bû. Divê ev herdu mijar ji holê bên rakirin. Heta ku ev li holê bin krîz dê kûrtir bibe. Tu qîmeta gotinên Erdogan ên dibêje "pêwîstiya me bi Yeketiya Ewropayê nîne" tuneye û dema van gotinan bi kar tîne dolar bilin dibe û dê bilindbûn bidome. Ev jî krîzê kûrtir dike.

* Qîmeta gotinên serokomar Erdogan ên 'dolarên xwe bikin TL' û 'pereyê tirk bikarbînin' heye? Riyek wiha dê krîza aborî ji holê rake gelo?

Tu qîmeta van gotinan nîne û tenê li dijî gel van gotinan bikar tînin. Wezîrê Aboriyê yê AKP'ê Nîhat Zeybekçî got 'Krîza aborî bi xurdekirina dolarê nayê derbaskirin.' Wihaye jî. Kêrî tiştekî nayê. Niha bi vê têgehê kesên ku dolar xurde nake îxanetkar îlan dike. Ger di dest de dolar hebe û tê firotin ev dîsa li Tirkiyeyê dimîne. Di bazara Tirkiyeyê de dimîne. Tu dolar û zêrên gel ên di bin balîfan de tune ne. Ji sala 2002'yan ve gel şelandin û deyndar kirin. Ger pere û dolarên gel hebana dê krîz derneketiba. Bila kesên di qutiyên pêlavan de pere birîn dolarên xwe xurde bikin. Bila kesên ku pereyê wan li bankên Îsveçê û Oxfordê ne pere bînin. 200 hezar dolarê erdogan hebû. Divê jê bê pirsîn ka xurde kirine. Fikirîna wiha biçûk û pêşniyarên wiha çareseriyê nayîne.


* Çareseriya krîza aborî ya li Tirkiyeyê çiye? Çi bê kirin dê krîz bê derbaskirin?

Ger bê xwestin krîz bê derbas kirin divê demildest têkiliyên xwe yên bi Yeketiya Ewropayê re sererat bikin. Divê OHAL bê rakirin. Bi hemû cîranan re têkilî bên sererastkirin. Divê dawî li şerê ku li Rojava li dijî kurdan dide meşandin bîne. Divê hebûna kurdan a li Sûriye, Iraq û Îranê bipejirîne. Divê şerê navxweyî yê li Tirkiyeyê bi dawî bibe. Divê dest ji pergala serokatiyê bê berdan. Divê aborî ne ji aliyê Erdogan ji aliyê aborîzanan ve bê birêvebirin. Erdogan ji aboriyê fam nake. Lê çareseriya bingehîn ewe ku divê AKP xwe ji siyasetê vekişîne. Ez bawer nakin ku pirsgirêkek bi AKP'ê bê çareserkirin.



* Li gorî we dê krîza aboriya heta kengê bidome?

Heta hikûmeya AKP'ê hebe û dibin serokatiya serokomar Erdogan de be dê krîza aborî bidome û dê kûrtir bibe. Ev dê ne tenê krîzê kûr bike dê Tirkiyeyê ber bi xitimîna siyasetê ve jî bibe.

Azîz Oruç / Dîren Yurtsever - dîhaber