Fermandar gef li gundiyan xwar: Heke hûn biçin zozanan ez ê gundê we bişewtînim

AGIRÎ- Li Giyadînê qereqol gefan li welatiyên ku amadekariyên çûyîna zozanan dikin dixwe. Li gel gefa fermandarê qereqolê ya "Ez ê we biqelihînim, hela derkevin bê çi tînim serê we" jî, ji gundê Darikê Nazim Peker berê xwe da zozana Qendîlê û wiha got: "Nexweşîna zereyê li heywanên me peyde bû, telef bûn. Heke dikuje jî bila bikuje."

Operasyona li herêma Tendurekê ya ku di navbera Giyadîn û Bazîda Agiriyê û Ebexa Wanê de ye didome. Li gel operasyonê, li herêmê bi hinceta ewlehiyê gelek zozan hatine qedexekirin. Welatiyên ku amadekariyên çûyîna zozanan dikin, ji aliyê qereqolê ve gef li wan tên xwarin. Ji gundê Darikê Nazim Peker ku her sal di Gulanê de diçin zozana Qendîlê, îdia kir ku Qereqola Cendirmeyan a Botaşê di 24'ê Gulanê de gazî wî kiriye û gef lê xwarine.

‘FERMANDAR GOT EZ Ê GUND BIŞEWITÎNIM'

Peker, diyar kir ku li qereqolê sixêf û heqaret lê hatine kirin, gef lê hatine xwarin û wiha got: "Fermandar sixêfên ku mirov nikare bîne ziman gotin û heqaret kirin. Gef li min xwarin û got 'Ez ê we biqelihînim, hela derkevin bê çi tînim serê we.' Ev der xaka me ye. Ya ku dikin zilm e."

HEYWAN ZEREYÎ BÛN

Peker, anî ziman ku qedexe bin jî ew mecbûr in biçin zozanan û wiha got: "Nexweşîna zereyê li heywanên me peyda bû, telef bûn. Heke em neçin zozanan dê aqûbeta me nebaş be."

‘DIKUJIN JÎ BILA BIKUJIN'

Peker, colê pezê xwe da pêşiya xwe û berê xwe da zozana Qendîlê û wiha axivî: "Ez bang li rayedaran dikim. Bila dawî li van qedexeyan bînin. Ji mirinê wirdetir tiştek tune ye, dikujin jî bila bikujin. Ez ê giliyê fermandar bikim."

BI DEHAN ZOZAN QEDEXE NE

Bi dehan zozanên girêdayî gundên Kurtika, Tûteka Jorîn, Darikê, Caneqizê, Hecîxalid û Şewalatê qedexe ne.