Heba êşbirînê dan girtiyê ji xwe ve çû û ew şandin girtîgehê!

ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Tamer Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin, ji ber li ser hişê xwe diçe, kevir di gurçikên wî de hene û laşê wî diwerime çû nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê heba êşê danê û ew şandin girtîgehê. Hevjîna Yilmaz Leyla Yilmaz, anî ziman ku hevjînê wê nikare di girtîgehê de bimîne.

Girtiyê bi navê Tamer Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin, ji ber nepixandina laş, jixweveçûyînê û kevirên di gurçikên wî de ew rakirin nexweşxaneyê. Bêyî ku bê tedawîkirin ew paş ve şandin girtîgehê. Hevjîna wî Leyla Yilmaz, balê kişand ser pirsgirêkên tenduristiya wî û got ku, ji ber astengiyên girtîgehê tedawiya wî ya ku divê bidome nîvco hatiye hiştin.

Yilmaz, ragihand ku ev 2 sal in hevjînê wê girtiye û 7 meh jê re mane ku bê berdan. Yilmaz, got ku ji ber şert û mercên girtîgehê pirsgirêkên wî zêde bûne. Yilmaz, da zanîn ku li ser hewldana girtiyên din, çend roj berê hevjînê wê rakirina nexweşxaneyê, lê belê bêyî ku tedawiya wî temam bibe wî şandine girtîgehê. Yilmaz, got ku ji ber ku di wextê xwe de hevjînê wê ranekirine nexweşxaneyê, hevjînê wê xwînwerivîna madeyê derbas kiriye û wiha domand: "Ji ber demildest wî dîsa birin girtîgehê, sancuyên wî zêde bûne. heba êşbirînê danê û wî birine girtîgehê. Di gurçikên hevjînê min de kevir hene, laşê wî tim diwerime. Tim ji xwe ve diçe."

Yilmaz, dest nîşan kir ku divê demildest hevjînê wê rakin nexweşxaneyê û bê tedawîkirin. Yilmaz, xwest ku rêveberiya girtîgehê dev ji derxistina astengiyan berde.

Rêveberiya girtîgehê jî, got ku ew ê bersiva van îdiayan nede.