REQA - Ji fermandarên QSD'ê Clara Reqa wiha got: "Ji bo me ya bingehîn ne azadkirina erdnîgariyê bû. Ya bingehîn tunekirina feraseta ku DAÎŞ pêşengiya wê dike ye."
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), operasyona mezin ku ji bo navenda Reqayê amadekariyên wê kiribûn duh da destpêkirin. 17 hêzên leşkerî tevlî vê operasyona Reqayê ku wek "Şerê Mezin" tê binavkirin dibin. Hêzên wek Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran), Lîwaya Cebhet El-Ekrad, Lîwaya El-Şemal El Dîmoqratî, Hêzên Eşîratan, Lîwayên Mexawir Humûs, Siqûr El-Reqqa, Lîwa El-Tehrir, Lîwaya Selçûkiyên Tirkmen, Tabûra Şehîdên Tirkmen ên Hemamê, Hêzên Senadidê, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, Hêzên Xweparastinê, YPG, YPJ û Hêzên Nuxbeyê ji roja ewil ve ji rojhilat ve ketin bajêr. Di navbera şervanên ku ketin Taxa Almashalabê û DAÎŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin. Ji fermandarên QSD'ê Clara Reqa operasyon nirxand.
REQA NAVENDA SIYASETA ROJHILATA NAVÎN E
Reqa, anî ziman ku demeke dirêj e ku ew amadekariyên operasyona Reqayê dikin. Reqa, ragihand ku piştî çend merheleyan şûn de wan dest bi operasyona Reqayê kiriye. Reqa, dest nîşan kir ku ji merheleya yekê heta ya çaran geşedanên girîng xwe dane der û operasyona navenda bajêr hedefa her kesî bûye. Reqa, diyar kir ku her kes li ser bajêr siyasetê dike û di serê hêzên ku vê dikin de Tirkiyeyê tê. Reqa, got ku şerê sêyemîn ê cîhanê yê ku li Rojhilata Navîn diqewime, di ser Reqayê re tê meşandin.
JI BO BAJÊR AMADEKARÎ HATIN KIRIN
Reqa, diyar kir ku ji bo navenda Reqayê hem ji bejahiyê hem jî ji hewayê amadekarî hatine kirin, lê belê ji bo dema operasyonê hikmekî wan ê teqez tune ye. Reqa, xwest ku gel bên qadên ewle. Reqa got ku, ew ê ji bo gel her cure şert û mercan biafirînin. Reqa, dest nîşan kir ku ji bo bajêr Reqayê hêzên QSD'ê bedêleke mezin daye. Reqa, got ku ji bo şervanên jin jî operasyon xwedî girîngiyeke cuda ye û wiha axivî: "Li Sûriye, Şengal û gelek welatên Rojhilata Navîn DAÎŞ dest davêje jinê. Ev lekeyeke mezin e. Bi hezaran jinên me yên êzidî dîl girtin. Jinên me li Reqayê dîl hatin girtin, gelek jê jî li bazaran hatin firotin. Ev rewş ji hêla YPJ'ê ve wateyeke din li şer bar dike. Ji bo me ya esas ne azadkirina erdnîgariyê bû. Ya esas tunekirina feraseta ku DAÎŞ'ê pêşengiya wê dike. Me di şerê xwe yê li vir de nîşanî wan da ku êdî wisa bi rihetî ew ê nikaribin jinan tune bikin. Kes nikare bîr, beden û ramanên jinê dîl bigire. Di bingeha şerê ku me daye destpêkirin de ev heye. Jin pêşengiya vî şerî dikin. Azadkirina jinekê azadkirina welatekî ye."
EM KETIN REQAYÊ!
Reqa, anî ziman ku ji bo azadkirina Reqayê heta niha ew bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane. Reqa, got ku wan di dorpêçkirinê de taktîkên taybet bi kar aniye û ew bi bedêlên giran hatine vê merheleyê. Reqa wiha axivî: "Em ji hêla rojhilat ve ketin bajêr. Divê careke din bê gotin. Ji niha û pê ve armanca sereke rizgarkirina ji dagirkeriyê ya navenda Reqayê û destpêka tunekirina feraseta qirêj a dijminê mirovahiyê ye. Ev ne tiştekî hêsan e. QSD navenda dagirkeran dorpêç kir û dest bi azadkirinê kir. Me bi moral û manewiyateke mezin dest pê kir. Êdî em ê kuçe bi kuçe, kolan bi kolan û mal bi mal Reqayê ji wan paqij bikin."
Nazim Daştan-Dihaber