Girtiyê ku girtîgehê ew nexweş kir niha di ûnîteya giran de ye

ÎZMÎR - Girtiyê bi navê Giyasettin Sevmiş, ku li Girtîgeha Jimare 4 a Şakranê tê ragirtin ji ber ku nexweşîna wî dijwar bû rakirin nexweşxaneyê. Niha Sevmiş li ûnîteya giran tê ragirtin û rapora wî ya "Nikare di girtîgehê debimîne" heye.

Ji ber dijwarbûna nexweşîna wî, di 1'ê Hezîranê de hikumxwarê bi navê Giyasettin Sevmiş ku li Girtîgeha Jimare 4 a Tîpa T a Şakranê tê ragirtin, rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Ataturkê ya Yeşîlyûrta Îzmîrê. Sevmiş li nexweşxaneyê li ûnîteya giran tê ragirtin û rewşa wî giran e.

Sevmiş, di sala 2007'an de li Colemêrgê hat binçavkirin û bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Alîkariya rêxistinê" hat girtin û 18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Sevmiş li girtîgeha Wan, Mûş, Gumuşhane û Sîncana Enqereyê hat ragirtin û herî dawî jî ew şandin Girtîgeha Jimare 4 a Tîpa T a Şakranê. Dema Sevmiş ket girtîgehê tu pirsgirêkek wî ya tenduristiyê tune bû û rewşa wî nîşan dide ku ka mirovekî siheta wî baş di girtîgehê de çawa nexweş dikeve.

LI GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ KET

Piştî ku Sevmiş ket girtîgehê, Nexweşîna Wîlsomê (ku ev nexwşîn ji 30 hezar mirovî li kesekî peyda dibe) lê peyda bû. Ji ber vê nexweşînê sîroza kezebê jî lê peyda bûye û her diçe dijwartir dibe. Ji bo tedawiyê pêdiviya Sevim bi dermanê bi navê 'Metalcaptese'yê heye, lê ji ber şert û mercên girtîgehê bi rihetî nikare peyda bike. Ji ber vê nexweşîna wî, her wiha mêjiyê wî jî biçûk dibe û sê demarên wî xitimîne û ji ber bandorê li dil dike, rîtma dil dikeve.

RAPORA WÎ YA NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE HEYE

Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê, di 11'ê Adara 2014'an de rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" da Sevmiş. Li gel hebûna vê raporê jî, 3 sal in Sevim li girtîgehê tê ragirtin.

Hat diyarkirin ku Sevmiş xwestiya agahiyê bidin malbata wî ya li Colemêrgê.