STENBOL - Jinan diyar kir ku bi KHK û fermanên qeyûman girtina saziyên jinan û rawestandina fealiyetên wan, bi xwe re îstsmarên zayendî zêde kirine. Jinan got ku bi vê yekê tê xwestin ku dîroka jinê bê tunekirin.
Ji 11'ê Îlona 2016'an ve qeyûm tayînî 86 şaredariyên DBP'î hatin kirin. Bi vê yekê re 34 hevşaredarên jin hatin girtin û 52 saziyên jinan ên girêdayî şaredariyên DBP'î hatin girtin. Her wiha li gel girtina navendên jinan, malên penahiyê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê jî hatin girtin. Bi KHK û fermanên qeyûman girtina saziyên jinan û rawestandina fealiyetên wan bi xwe re îstismarên zayendî zêde kirin. Jinan got ku, bi v yekê tê xwestin ku dîroka jinê bê tunekirin.
PIŞTÎ OHALÊ 147 JIN HATIN QETILKIRIN
Ji meha Tîrmehêê heta niha 147 jin hatin qetilkirin û bi sedan bûyerên îstismara zayendî qewimîn. Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin, sedema zêdebûna sûcên zayendî nirxandin û gotin ku yek ji sedemên vê jî rawestandina xebatên saziyan e.
‘JI PIŞTEVANIYA JINAN TIRSIYAN'
Seroka Komeleya Gokkuşagi ya ku di 13'ê Mijdara 2016'an de bi KHK'ê hat girtin Yuksel Yildirim, diyar kir ku tenê wan piştevaniya jinan nedikir, wan piştevaniya zarokên ku êrîşên zayendî li wan dihatin kirin jî dikir û wiha got: "Di ser girtina komeleya me re 7 meh derbas bûn, lê hîn jî nehatiye daxuyandin ku bi kîjan hinceta komele hatiye girtin. Bi KHK'yeke ku nîvê şevê hat derxistin deriyê me hat mohrkirin û dest danîn ser amûrên me. Aqlê min nagire. Kîjan xebata me sûc bû ku komeleya me hat girtin? Lê belê, dikarim vê bibêjim ku êrîşa sereke li Kurdistanê bi qeyûman hat kirin. Me tenê xebatên xwe li Stenbolê bi rê ve nedibirin. Pêwendî û piştevaniya me bi saziyên li Kurdistanê re jî hebeû û me xwe digihand jinan. Dewlet û îktîdara AKP'ê ji piştevaniya jinan a ku her diçû xurtir dibû tirsiya û xwest bi qeyûman vê yekê asteng bike."
‘EM DEV JI KUÇE Û QADAN BERNADIN'
Yildirim, dest nîşan kir ku mohra ku li deriyê wan hatiye xistin nikare xebatên wan asteng bike û wiha axivî: "Ji bo xebatên me pêdiviya me bi çar dîwaran tune ye. Wan got qey em saziyan bigirin em wan ji qadan dûr bixin. Em dev ji kuçe û qadan bernadin. Heke bivê em ê yeko yeko xwe bigihînin jinan jî."
'MEBEST TUNEKIRINA DÎROKA JINÊ YE'
Endama Komeleya Jinê ya Piştevaniyê ya Morê Gamze Gozuaçik, dest nîşan kir ku di 15 salên dawî de bi muhafezekarîkirina Tirkiyeyê, êrîş û îstismarên zayendî zêde bûne û wiha got: "Êdî em tam bi teroreke mêrî re rû bi rûne. Em baş dizanin bi sepandinên OHALê dixwazin bi şidet û çewisandinan dest bidin jiyana me." Gozuaçik, dest nîşan kir ku avaniya civaka serdestiya mêrî û polîtîkayên îktîdara AKP'ê, di dema OHAL'ê de çewisînertir bûne û wiha got: "Hedef dînamîka jinê ye û paşê jî tunekirina wê ye. Ji bo vê gava ewil jî girtina saziyên jinan û tayînkirina qeyûman bû. A rast ev sepandin histûna polîtîkaya tunekirina dîroka jinê ye."
Endama Koma Tevdîra Lezgîn a Li Dijî Cinayetên Jinan Parêzer Zuleyha Gulum jî, anî ziman ku sedema zêdebûna îstistamr û êrîşên zayendî, girêdayî zêdebûna vegotinên milîtarîst in. Gulum wiha got: "Niha em di pêvajoyeke ku destkeftiyên me yên ku bi bedêla salan me bi dest xistin tên desteserkirin de ne. Niha şidetê wek tiştekî normal be didin der, lê em ê li dijî van pêkanînan tim bitêkoşin."
Asya İnedi-dihaber