Leşker: Me lêda, qeza çêbû
Dozger: Îhtimal e ku PKK'yiyan berdabe

AMED - Der barê lêpirsîna gulebarankirina mînîbusa rêwiyan ku dema ji Licê ber bi navenda bajar ve diçû de biryara "neşopandinê" hat dayîn. Dozger, îdîa kir ku dibe PKK'yiyan gule berda be, lê belê leşkerê li ser wesayîtê jî wiha gotibû: "Bêhemdî çek teqiya. Tiştek ji destê min nedihat."

Di 15'ê Sibatê de wesayîta bi plakaya 21 BD 463 ku aîdî fîrmaya Licê Sûrê bû û 10 rêwî tê de bûn, dema ku ji navçeyê ber bi navenda bajêr ve diçû, li nêzî Qereqola Duru Bekirhanê ji hêla wesayîta zirxî ya leşekran ve hatibû gulebarankirin. Gule di cama pêşî re ketibûn hundur û qoltixên mînîbusê qul kiribûn. Di gulebaranê de tenê rêwiyê bi navê Ozgur Atagun bi sivikî birîndar bûbû.

JI BO NEŞOPANDINÊ HINCETEKE SKANDAL

Têkildarî bûyerê Baroya Amedê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kiribû. Lê bêyî ku der barê bûyerê de lêpirsînek bê vekirin, serdozgeriyê bi hinceteke skandal biryara neşopandinê da. Dozgerî, derpêş kir ku herêm "bipirsgirêk" e û îdia kir ku "Îhtimal e ku PKK'yiyan gule berdabe".

Parêzer Aydin Ozdemir ku li ser navê Baroya Amedê dosyeya lêpirsînê dişopîne, li hemberî vê biryarê da ragihînin Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Amedê, îtirazî biryara serdozgeriyê kir. Ozdemir, bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Roj li nîvro bûyer qewimiye. Mexdûr û şahidên bûyerê jî gotin ku belaheq û belasebeb hêzên ewlehiyê gule bera wan dane. Lê belê li gel vê jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê bêyî ku delîlan nîşan bide dibêje 'PKK gule berdane'. Mixabin wek gelek bûyeran, di vê bûyerê de jî zirxê bêcezatiyê li peywirdarên ewlehiyê yên ku sûcdar in tê kirin."

LEŞKER: HEKE HÛN TERORÊ VENEGUHÊZÎNIN DÊ KES BERA WE NEDE

Ozdemir, dest nîşan kir ku ev biryar li dijî huqûqê ye û piştî bûyerê dema welatiyan serî li Qereqola Duru Bekirhanê daye, cendirmeyekî ji welatiyan re wiha gotiye: "Heke hûn terorê veneguhêzînin dê kes bera we nede." Ozdemir, dest nîşan kir ku wan giliyê wî personelê leşkerî jî kiriye, lê belê ji bo vê jî biryara neşopandinê hatiye dayîn.

Ozdemir, dest nîşan kir ku Serdozgeriya Komarê lêpirsîna bûyerê nekiriye. Ozdemir diyar kir ku, divê wesayîta zirxî ya ku roja bûyerê peywirdar bûye ji hêla Muduriyeta Polîsan a Bajêr an jî Fermandariya Cendirmeyan ve bê tespîtkirin, dîsa divê ji bo tespîta personelê cendirmeyan ê ku ji welatiyan re gotiye "Heke hûn terorê veneguhêzînin kes bera we nade" divê personelên cendirmeyan bi mexdûran bên teşhîskirin û wiha axivî: "Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Amedê di vî warî de tu lêkolîn nekirine û lêpirsîneke adil, çalak û bêalî bi rê ve nebiriye."

LEŞKER GOTIBÛ 'QEZA ÇÊBÛ'

Piştî bûyerê ajokarê mînîbusê Burhan Yigiter çû Fermandariya Cendirmeyan a Duruyê û gotibû ku, leşkeran pêşî gef li wan xwariye û paşê jî gotine "Hûn bi wesayîtên xwe endamên rêxistinê vediguhezînin". Yigiter, gotibû ku ji vir jî wan bi wesayîta sivîl a aîdî cendirmeyan birine Feremandariya Cendirmeyan a Navçeyê û wiha axivî bû: "Serdozgerê Komarê yê Navçeyê û Fermandarê Alaya Cendirmeyan jî hatin cem me. Li vir lêkolîn kirin. Leşkerê ku li qûleya wesayîta zirxî peywirdar jî hat. Leşker got 'Bêhemdî çek teqiya. Tiştek ji destê min nedihat.' Hat gotin ku, dê der barê bûyerê de lêpirsîneke edlî û îdarî bê destpêkirin. Ji bo lêkolînê jî dest danîn ser mînîbusa me û birin Amedê."

Nuri Akman - dihaber