Danişîna yekemîn a der barê kuştina Surmî Înce de sibê ye

COLEMÊRG -Dê yekemîn danişîna doza Surmî Înce ya ku li Geverê di gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da, di 8'ê Hezîranê de bê dîtin. Her wiha dê kurê Surmî Înce, parêzeriya dozê bike.

Yekemîn danişîna doza Surmî Înce ku di 18'ê Tîrmeha 2016'an de li bajaroka Xirvatê ya Gevera Colemêrgê dema ku tevî hevserê xwe xwarin ji zarokê xwe re dibir ji aliyê leşkerên ku ji wesayitên zirxî derketin ve hat gulebarankirin û i gulebaranê de jiyana xwe ji desta da, dê di 8'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezaya Giran a Geverê bê dîtin. Dê kurê Înce, Bunyamin Înce parêzeriya dozê bike.

Bunyamîn Înce diyar kir ku dema dayika wî hatiye kuştin leşkerek hatiye girtin, lê niha ew leşker jî berdane û balê kişand li ser pêvajoya hiqûqa durist. Înce wiha roja kuştina dayika xwe bi bîr xist: "Dema ku dayik û bavê min, ji xwişk û birayên min î ku li ser erdê me yê ku kîlometreyekê ji Xirvatê dûr in dixebitin xwarin dibirin, ji aliyê leşkerên ku ji wesayitê daketin ve hat birîndarkirin. Li vir pêşî bavê min mudaxile kir. Paşê malbatê ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, lê li wir jiyana xwe ji dest da."

DANIŞÎNA WÎ YA YEKEMÎN, DANIŞÎNA KU DER BARÊ DOZA KUŞTINA DIYA WÎ YE

Înce ku nû ji Beşa Huqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye, danişîna wî ya yekem danişîna kud er barê doza kuştina diya wî de ye. Înce ji bo vç yekê wiha got: "Li ser giliya malbatê leşkerê bi navê Alî Dalgiran hat girtin. Me der barê Fermandarê Qereqola Xirvatê Mûharem Goç û 6 leşkerê din de jî serî li dozgeriyê da. Lê dozger derheqê fermandar û 6 leşkerên din de biryara neşopdaninê da. Me îtirazî biryara dozgeriyê jî kir."

RÛNIŞTINA YEKEMÎN 8'Ê HEZÎRANÊ YE

Înce, anî ziman ku leşkerê ku hat girtin di 6'ê Çileya 2017'an de hatiye berdan û wiha berdewam kir: "Heke ev sûcdar neyê cezakirin, dê li vê erdnîgariyê rê li ber hin mirinên din jî vebe. Roja ku dayika min hate kuştin fermandar û 6 leşkerên din jî ji wesatiyên zirxî daketin, 30 metre nêzikî malbatê bûn, ne gotin ne jin e, ne jî zarok e malbatê gulebaran kirin. Hemûyan gule berdan, lê leşkerek tenê hat girtin. Lê paşê ew jî hat berdan. Divê pêşî fermandarê qereqolê û yên din hemû bên cezakirin. Heta yên sûcdar neyên cezakirin, em ê dev ji vê dozê bernedin. Em bang li her kesî dikin ku, da 8'ê Hezîranê tevlî danişîna yekemîn bibin."