Her gava xwendekaran sûc tê hesibandin

HATAY - Li Hatayê di operasyona 25’ê Gulanê de 12 xwendekar hatin binçavkirin û hemû çalakî, şahî û daxuyaniyên wan ên di saka 2011’an li bajar pêk anîne wekî sûc hatin hesibandin.

Xwendekarên Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê ên di bin dorpêça polîsan de ne her gava diavêjin wekî sûc tê hesibandin. Di 25’ê gulanê de polîsan bi ser malên xwendekaran de girtin û 12 xwendekar binçavkirin. Polîsan ji ber çalakî, şahî û daxuyaniyên xwendekaran ên sala 2011’an ên li bajar pêkanîne ew binçavkirin.

Piştî xwendekar 10 rojan di bin çavan de man hatin berdan û di fezlekeyên derbarê wan de hatine amadekirin de polîsan hemû çalakiyên wan wekî sûc hesibandin. Di girtenameya polîsan de hemû çalakiyên xwendekaran ên sala 2011’an li Hatayê pêk anîne wekî dijqanûnî hatine nîşandan û pirsên “Hûn tevlî daxuyaniyên çapemeniyê yên bi fermana PKK/KCK hatine kirin bûne? Ger hûn tevlîbûne bi ferman kê tevlî bûn?” hatin pirdin.

Dîsan ji xwendekaran pirsên “Hûn İMC TV temaşe dikin? agahiya we ji (İMC TV, Gerîla TV, ANF TV) a di rojeva PKK/KCK de heye? hûn van televîzyonan temaşe dikin? ger hûn temaşe dikin bi kîjan armancê temaşe dikin?” hatin birsîn.

KOMELEYA XWENDEKARAN WEKÎ DIQANÛNÎ HAT ÎLANKIRIN

Komeleya Xwendekarên Demokratîk Azad a Amanosê (ADO-DER) ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Mustafa Kemal ve hatiye avakirin û bipergalî kongreya xwe pêk tîne hemû çalakiyên komeleyê wekî dijqanûnî hatin nîşandin. Ji xwendekaran pirsa têkiliya komeleyê bi YDG-H re heye yan na û tevlî kongreya DEM-GENÇ a di 12.12.2015’an de pêk aniye bûne yan na pirsîn.

BÎRANÎNA ROBOSKÎ JÎ SÛCE

Daxuyaniya xwendekaran a k udi 28’ê Kanûna 2015’an de li kampusa MKU ji bo bîranîna 34 kesên li Roboskê hatin qetilkirin pêk anîn wekî sûc hat hesibandin û ji xwendekaran re wiha hat gotin “Hûn bi fermanê kê tevlî vê daxuyaniya çapemeniyê bûn? Têkiliya xwe ya rêxistina ya bi van kesan re rave bikin?”

HDK JÎ DIJQANÛNÎ YE

Di girtnameyên polîdan de Kongreya Gelan a Demokratîk ji wekî dij qanûnî hat nîşandan û ji xwendekaran pirsa “Hûn tevlî şahiya HDK’ê ya Îskenderunê ku pêk anî bûne yan na?” pirsîn. Her wiha daxwiyaniyên xwendekaran ên ji bo şermezarkirina xirakarina bajarên kurdan wekî sûc hatin hesibandin û dirûşmeyên hatin avêtin jî wekî “propagandaya rêxistinê” hat nîşandan.