AMED - Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku yekemîn rojnameya kurdane ku dest bi weşanê dike, yê Amedê Hafiz Akdemîr 8 roj piştî derketina rojnameyê ji paşve hat gulebaran kirin û qetilkirin. Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan diyar kir ku zîhniyeta Akdemîr qetil kir îro jî berdewam dike.
Rojnameya Ozgur Gundemê ku dengê kurdane û yekemîn rojnameya kurdan ku di 30’ê Gulana 1992’yan de dest bi weşanê kir, ji roja dest bi weşanê kir heta niha hat bombekirin, girtin û xwesntin bêdeng bikin. 30 nûçegihan bi giştî 76 xebatkarên rojanemê hebûn û yek ji nûçegihanên hatine qetilkirin nûçegihanê Amedê Hafiz Akdemîre. Akdemîr 8 roj piştî derketina rojnameyê di 8’ê Hezîrana 1992’yan de dema ji malê diçû kar li kolanek Sûrê ji piştev hat qetilkirin.
Akdemîr ku li gundê Sîsê ya navçeya Licê hat dinê, hem ji ber taybetmediya gund hem jî ji ber hebûna wî ya Amedê piştî xwe di nava têkoşînê de dît dest bi rojnamegeriyê kir. Akdemîr ku beriya Ozgur Gundemê li Yenî Ulkeyê dixwbitî piştî rojnameger Cengîz Altun di 24’ê Sibata 1992’yan de hat qetilkirin gelek bi bandor dibe. Akdemîr ji bo Altun bi ser navê “kenê te azadiya me ye” nivîsek nivîsî û dem adi rojnameyê de hat weşandin bandorek li ser raya giştî jî kir. Akdemîr ku hewl dida bibe bersiv ji pêvajoya dîrokî ya dihat jiyîn, derbarê hizbulkontra û kesên din ên li herêmê teror didan meşandin de nûçeyên girîng çêkirin. Akdemîr jî wekî gelek cînayetên kiryara ne diyar hat qetilkirin.
‘JI BO RASTÎ NEYÊN DÎTIN AKDEMÎR HAT QETILKIRIN’
Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, diyar kir ku îktîdara wê demê ya ku dixwest hemû pêkanînên dij mirovane yên li dijî gel pêkanîne veşêre êrîşî rojnamegeran kirin û wiha got: “Akdemîr jî di çarçoveya van êrîşan de hat qetilkirin. Akdemîr rojnamegerekî ku pênûsa wî xurt, dihat heskirin û ber çav bû. Ji ber vê bû hedefa qatilan û di dawiyê de jî qetilkirin.”
‘BI HEZARAN CIHÊ AKDEMÎR GIRTIN’
Boltan, da zanîn ku bi qetilkirina Akdemîr xwestin rojnameger û rojnamegeriyê bi tirsînin û wiha pêde çû: “Dixwestin li herêmê destûr nedin rojnamegeriyê. Lê berovajî wê bi qetikirin Hafiz re rojnamegerî cihê xwe hinekdin dît. Pênûs û kamereya wî li erdê ne ma. Îro li şûna wî bi hezaran kesî dagirtiye. Ligel ku bi ser qetilkitna Akdemîr re 25 sal derbas bûne jî hêjî polîtîkaya li hemberî rojnamegeran berdewam dike. Zîhniyeta destûr nade guhertinan bi înkar û îmhayê hêjî rojnamegerî hedef girtiye. Zihniyet hatiye şikandin lê hêjî tê ferzkirin. Zîhniyeta Akdemîr qetil kir îro jî berdewam dike.”
Hayrettîn Çelîk ku nûçegihanê Êlihê yê Rojnameya Ozgur Gundemê bû qetilkirina hempîşeyê xwe wiha vedibêje: “Akdemîr bi sekna xwe hemû kesên li derdora xwe bandor kiribûn. Akdemîr rojnamegerekî ji rêzê nebû. Tenê nûçe nedişopandin êş û kederên gelê kurd jî radigihand. Hêzên tarî her roj siyasetmedarên kurd qetildikirin. Akdemîr li ser van hêzên tarî xebatên îfşakirinê didan meşandin. Di wê dema ku cînayetên kiryar nediyar zêde bûn de derbarê vê mijarê de dosya amade dikir. Ji ber vê xebata xwe bû hedef. 20 roj beriya bê qetilkirin gelek gef dixwarin. Dosyaya amade dikir kêmek mabû bi qede. Ez bawer dikim ku êrîşkar ji vê agahdar bûn û hêj dosya neqediya di 8’ê Hezîranê de Hafiz qetilkirin.”