AMED - Li Farqînê yek ji sembola dîrokî Qonaxa Azîzoglu ji pêvajoya xwerêvebirinê heta niha wek baregeh tê bikaranîn û ev qonax ji aliyê polîsan ve hatiye xerakirin. Di demên dawî de polîs li derdora qonaxê û avahiyên saziyên dewletê lêgerîna “ewlehiyê” pêk tînin.
Li navçeya Farqîna Amedê ji dema berxwedana xwerêveberiya xweser heta niha bi polîtîkayên tunekirinê re rû bi rû maye. Li Farqînê di Tebaxa 2015’an de xwerêveberî hatibû îlankirin û ji wê demê şûn ve bi mehan di bin êrîşên hêzên dewletê de mabû. Di dema “qedexeya derketina kolanan” yek ji sembola dîrokî ya bi nav û deng ku li navçeyê tê nasîn Qonaxa Azîzoglu ye ku ji aliyê polîsan ve wek baregeh hatibû bikaranîn. Li gel ku demek dirêj bi ser re derbas bû jî lê hêjî polîsan Qonaxa Azîzoglu ne terkandiye û wek baregeh bikar tînin.
Di demên dawî de dîwarên odeyê qonaxê ji aliyê polîsan ve hatin xerakirin û bi vekirina kunan her sê beşên qonaxê gihandin hev. Li şûna ku Qonax bibe muzexane wekî baregeh tê bikaranîn û tê xerakirin.
LÊGERÎNA TÛNEL Û TEQEMENIYÊ
Li aliyê din di demên dawî de wekî pêkanînek rûtîn polîs, li derdora Qonaxa Azîzoglu, avahiyên wekî Midûriyeta Polîsan, qeymeqamiyê û saziyên din ên dewletê kontrolan pêk tînin û bi hinceta “teqemenî û tûnel hene” di bin navê “ewlehiyê” de li bin jêrzemînên avahiyên derdorê lêgerînan pêk tînin.