Li 14 mezrayên Bedlisê qedexeya derve ilan kirin

BEDLÎS - Li 14 mezrayên navçeya Hîzanê di saetên şevê de heta fermanek duyemîn qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Li navçeya Hîzanê ya Bedlisê li 14 mezrayan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Walîtiya Bedlisê derbarê qedexeyê de daxuyanî da û wiha got: “Li Mezra Dîbekê ya gundên Kapisuyu yê Hîzanê, mezraya Arpali ya gundê Gayda, mezrayên Klavuza jêrîn û jorîn a gundê Akşarê, mezrayên Duztepe, Çevrecik, herêma Yedikardeş Nonivon, mezraya Karaagaç, mezraya Akbaş a gundê Horozdere, mezraya Bolge ya Horozdere, mezra Hoçînîk a gundê Akdikê, mezraya Pegoso ya gundê Akşarê, herêma Piroso Nazar, mezra Akinca yê gundê Gayda, Mezraya Korigari ya gundê Gayda bi armaca ewlehiyê 07.06.2017’an saet di 00.00’an de heta fermanek duyemîn qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.”