ENQERE - Greva birçîbûnê ya Nuriye Gulem û Semîh Ozakça di roja 91’emîn de berdewam dike. Xwişka Gulmen Beyza Gulmen bang kir û wiha got: “Ev têkoşîna hemû kesî ye ji bo beriya direng bibe divê em wan ji wir derxînin.”
Çalakiya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi KHK’ê hatine îxraçkirin bi daxwaza “em karê xwe dixwazin” dabû destpêkirin berdewam dike. Greva birçîbûnê di roja 91’emîn de li Girtîgeha Sîncanê didome û piştî Gulmen û Ozakça hatin girtin, her çiqas polîsan bi bariyeran Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana yüksele dorpêçkiribe jî û ligel êrîşên polîsan jî çalakiya li Kolana Yukselê jî didome.
DAYÎK û HEVJÎNA SEMÎH DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
Li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakiyên ji bo piştgiriyê didomin, dayîka Semîh Sultan Ozakça û Hevjîna wî Esra Ozkan Ozakça jî ji bo piştgiriyê di greva birçîbûnê de ne û greva wan di roja 17’emîn de didome.
RÛNIŞTINA DOZÊ YA YEKEMÎN DI 31’Ê COTMEHÊ DE YE
Doza Gulmen û Ozakça ku li 19’emîn Dadgeha Giran a Enqereyê ye dê rûniştina yekemîn di 31’ê Cotmehê de bê dîtin.
‘BERIYA DIRENG BIBE DIVÊ WAN DERXÎNIN’
Xwişka Gulmen Beyza Gulmen, diyar kir ku wan roja duşemê bi Gulmen re hevdîtina vekirî pêk anîne û wiha got: “Beriya direng bibe divê em wan ji wir derxînin. Em bi bawerin ku bi têkoşîna Nuriye û Semîh didin dê biser kevin û hêviyên me yên serkeftinê bihêzin. Wan ne tenê ji bo xwe dest bi vê çalakiyê kirin li ser navê sedhezaran kesên rastî bêmafiyê hatine têdikoşin. Ji ber wê ev têkoşîna hemû kesî ye beriya direng bibe divê em wan ji wir derxînin. Dewlet wekî naditirse xwe nîşan dide; lê ji têkoşîna wan gelek ditirse ger ne wihabaya dê kesên ku karê xwe dixwazin ne girtibana.”