Gotin ‘bombe heye' û li malê îşkence kirin

WAN - Li Wanê polîsan bi hincet li malê “bombe heye” bi ser malan de girtin û 3 kesên di nava wan de Rêveberê DBP’ê yê Bajar Hakan Demîr jî heye li malê îşkence kirin û binçavkirin.

Li taxa Valî Mîthat Bey a Rêya Armûşa Wanê polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Rêveberê DBP’ê yê Wanê Hakan Demîr, Kenan Demîr û kesekî navê wî nehat zanîn hatin îşkencekirin û binçav kirin. Di encama îşkenceya li pêş çavê zarokan hat kirin de xwîna Demîr li dîwarên malê belav bû.

Bavê Hakan Demîr Yakup Demîr diyar kir ku 100 polîsên tîmên taybet gotin “dê bombe bavêjin” û bi srûda mehterê ketine malê. Demîr, da zanîn ku 3 saetan li malê lêgerîn pêk anîne lê tiştek ne dîtine û wiha got: “Dibe ku îşkence li midûryetê jî domandibin.”

Hakan û Kenan Demîr ên hatin binçavkirin, kli Midûryeta Polîsan a Bajar tê girtin û qedexeya nikarin di 24 saetan de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin.