Diwarên Sûrê di axivin!

AMED - Şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê li dijî xerakirina taxan ên bi navê “Veguhestina bajarvaniyê" bi nivîsên li ser dîwaran bersîv didin û nerazîbûnên xwe tînin ziman.

Xerakirin û hilweşîna malên li taxên Alipaşa û Lalebey ên navçeyên Sûrê yên di bin navê "Veguhestina bajarvaniyê" de didome. Hin mal bi temamî hatin xerakirin û hin mal jî li benda xerakirinê ne. Şêniyên taxan bi nivîsên li ser dîwaran bertek û nerazîbûbên xwe tînin ziman. Welatî bi israr malên xwe terk nakin û diyar dikin ku ew destûr nadin malên wan bên xerakirin. Şêniyên ku li ber malên xwe nobetê digirin di heman demê de li ber malên dîrokî û çandî jî nobeta xwe digirin û destûr nadin bên xerakirin. Gel bi nivîsên li ser dîwaran helwest û bertekên xwe yên li dijî xerakirina cih û warên xwe tînin ziman. Gelê Sûrê ku Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu di qedexeya derketina derve de gotibû "Em dê bikin mîna toledo" bi nivîsên "Ji toledo re na" bertekên xwe anîn ziman. Welatiyên ku malên wan hatine xerakirin û malên wan tên xerakirin bi gotina "Sûr ya me ye" "Sûr evîn e", "Sûr hezkirin e!", "Em mala xwe nadin", "Sûr ya gel e" nivîsandin û bertekên xwe anîn ziman.