COLEMÊRG - Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku ji bo operasyona li herêma Oremara Geverê berdewam dike gelek cerdevan sewqî herêma operasyonê kirin.
Li herêma Oremara navçeya Gevera Colemêrgê, operasyona di 25’ê Adarê de li Çiyayê Çarçela ya nêzî sînorê Herêma Federala Kurdistanê ye hatiye destpêkirin berdewam dike. Ji roja operasyona hatiye destpêkirin gelek leşker ji Fermandariya Tumena 3’yemîn a Geverê sewqî herêmê hatibûn kirin û du roje cerdevan sewqî herêmê tên kirin. Hat zanîn ku 200 cerdevan ji navçeyên Gever, Şemizînan, Çelê û navenda Colemêrgê sewqî herêmê hatine kirin.
Welatiyekî ku bavê wî cerdevane û ji ber ewlehiyê ne xwest navê xwe bide diyar kir ku leşkeran ji bavî wî re gotine “Peywira mecbûrî”, birine herêma operasyonê û ew ditirsin ku wan wekî mertalên zindî bikar bînin.