AMED - Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan a wekîltiya wê hat xistin ji ber axivî rastî 20 meh cezayê girtîgehê hat.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan ku wekîltiya wê hat xistin, ji ber axivî rastî 20 meh cezayê girtîgehê hat. Rûniştina doza Aydogan li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mereşê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê Aydogan de bi hinceta di sala 2012'an de beşdarî merasima cenaze bûye û axiviye 20 meh cezayê girtîgehê lê birî. Dadger îdîa kir ku bi vê axaftina di merasima cenaze de "Propaganda PKK'ê kiriye" û 20 meh cezayê girtîgehê birî. Rûniştina biryara dozê ya Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan di 16'ê Gulanê de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mereşê hat dîtin. Parêzerên Aydogan diyar kirin ku muwekîla wan di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de mafê axaftinê bikar anîye û beraata Aydogan xwest. Lê heyetê biryar aşkere kir û bi îdîaya "propaganda rêxistinê" der barê Aydogan de 20 meh cezayê hespê da û rê li pêş îtîraz û taloqkirina ceza birî. Parêzer piştî biryara bi hincet hat aşkerekirin dê ceza temyîz bikin.