RIHA - Li Xelfetiyê ji 8 kesên hatine binçavkirin 7 kes hatin berdan û kesek jî hat girtin.
Li navçeya Xelfetiya Rihayê di serdegirtina malan de endamên meclîsa şaredariyê jî din av de 8 kes hatin binçavkirin û piştî binçaviya 2 rojan derxistin pêşberî dadgehê. 8 kesên îfadeyên wan li Qereqola Cendirmeyan a Goklu hatin girtin piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin sewqî dadgehê hatin kirin.
Gunay Kaplan bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin û endamê Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê Mustafa Çolak, Kemal Erdî, Fadil Akdemîr, Kadîr Evîn, Abdullah Boga, Bariş Koykaç, Ahmet Colayir bi şertê kontrola edlî hatin berdan.