Li Reqayê şerê nav bajar destpê kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Şevanên QSD’ê li taxa El Meşleb a rojhilat û El Cezra ya rojavayê bajarê Reqayê dest bi şerê bajar kirine. Şervanên QSD’ê tevî şerê dijwar gav bi gav pêş de diçin.

Cenga Mezin a ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê di roja duyemîn de berdewam dike. Şervanên QSD’ê piştî ku duh saet di 16.00’an de ketin taxa El Meşleb a rojhilatê Reqayê, ji şevê din ve bi çeteyên DAÎŞ’ê re ketine nava şerekî dijwar. Şervanan sivîlên li taxê ji bo zirar nebînin birin qadên bi ewle û şerê xwe didomînin.

Îro ji di saet 10:00’an de, li 3 nokteyên taxê şer giran bû. Lê derbarê encamên şer, agahiyên zelal ne hatin bidestxistin. Li rojavayê Reqayê jî, şervanan piştî ku duh êvarê Keleha Herqel ji çeteyan paqij kirin, îro ji bo xwe gihandina mal û taxên destpêka bajar ketin nava tevgerê.

Hat zanîn ku li taxa El Cezra di navbera şervanan û çeteyên DAÎŞ’ê de şer derketiye û her diçe dijwariya şer zêde dibe.

Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku çeteyên DAÎŞ’ê gelek caran bi motosikletên bombebarkirî hewil didin êrîşî nokteyên şervanan bikin û ji duh êvarê heta niha di şerê li rojhilat û rojavayê Reqayê de, zêdetirî 75 çeteyên DAîŞ`ê hatine kuştin.