MÊRDÎN - Li çoltera gundên Kerboranê yên hatin qedexekirin de pevçûn derket. Li gor agahiyên ewil, di pevçûnê de leşkereke miriye.
Li taxên Xelîla, Kismetlî û Degerlî yên navçeya Kerborana Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Piştî îlankirina qedexeyê, li herêmê operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Di navbera leşkerên derketin operasyonê û PKK'yiyan de pevçûn derket û d pevçûnê de leşkerek birîndar bû. Hat diyarkirin ku leşkerê ku birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê miriye.
Operasyona ku bi beşdarbûyîna gelek leşker û cerdevanan hat destpêkirin didome.