Walitî li niştecihên Sûrê geriya: Sûrê vala bikin

AMED-Walîtiya Amedê telefonî gelê Sûrê yê ku bi gefa rûxandinê re rû bi rû ne kir û got: "Malên xwe vala bikin."

Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê, rûxandina ku di bin navê "Vegugerandina bajêr" di 23'yê Gulanê de dest pê kir didome. Welatiyên ku li hemberî makîneyên karî û polîsan li ber xwe didin, malên xwe naterikînin. Li gel vê, îro Walîtiya Amedê li niştecihên Sûrê geriya. Walîtiya ji malbatan re wiha got: "Malên xwe vala bikin, heke hûn vala nekin dê ceza li we bê birîn."

Gelê Sûrê, dest nîşan kir ku ew ê ku li dijî rûxandinê li ber xwe bidin