Li Dersimê pevçûn: 2 leşker birîndar bûn

DERSIM - Li Pulumuriyeyê di dema derbasbûyîna leşkeran de teqînek çêbû. Di teqînê de 2 çawîşên pispor birûndar bûn.

Li çoltera Çiyayê Meydanê yê navçeya Pulumuriye ya Dersimê, di dema derbasbûyîna leşkeran de teqînek çêbû. Li gor agahiyên bi dest ketin, piştî teqînê pevçûn qewimiye.

Gelek helîkopter sewqî qada pevçûnê hatin kirin û her wiha du çawîşên psipor ên ku birîndar bûbûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê.