ŞIRNEX - Li Cizîrê, li herêma ku jêrzemînên ku bi dehan mirov di wan de hatin şewitandin û kuştin de, cenazeyek hat dîtin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li qada jêrzemînên ku bi dehan mirov di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 16'ê Adara 2016'an de hat îlankirin di wan de hatin şewitandin û kuştin de cenazeyek hat dîtin. Hat zanîn ku ji bo karên otopsiyê cenaze şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.
Der barê agahiyên nasnameya cenaze de tu agahî bi dest neketin.